Buyer berdewam dikin meclis bi awayek awarte dicive
11:28
JINHA
ENQERE/STENBOL - Piştî ku Hêzên Çekdarî yê Tirk dest dan ser rêveberiyê 90 kes mirin û gelek kes jî birîndarbûn. Hîna li Enqere û Stenbolê buyer berdewam dikin Desteya Giştiya Meclisê bi awayek awarte kombûn.
Duh bişev Hêzên Çekdarî yê Tirk (TSK) dest danî ser rêveberiyê paşê jî rewşa awarte hat îlankirin. Di bûyerên li Stenbol û Enqerê derketin de bi dehan kes mirin. Heya niha di bûyeran de 90 kes mirine.
Piştî hewldana darbeya leşkerî Lijneya Giştî ya Meclîsê biryara civîna awarte stend. Piştî biryarê Lijneya Giştî ya Meclîsê kom bû. Hevparên meclîsê ku rastî êrîşa bombeyî hat, di bin Serokatiya Serokê Meclisê Îsmail Kahraman de kom bûn. Îsmail, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku dê 3 Serokê Giştî yê partiyan axaftinê bikin. Îsmail, da zanîn ku dê di demek nêzîk de vê birînê derban bikin û kêfa wan dê di dilê wan de bimîne û wiha got: "Li meclîsê em nûnerê gel in. Serokê 3 koman hatin vir. Îdris Baluken jî li me geriya û xwest provokasyon pêk neyê. Civîn didome, lê ji ber bombebarana meclîsê Televizyona Meclîsê nikare weşanê bike."
(zt)