Dê SGDF'î biçin Kobanê

11:29

Duygu Erol / JINHA

ENQERE - Di çarçoveya kampanyaya "Ji nû ve avakirina Konabanê" ciwanên SGDF'ê ku çûbûn Pirsûsê, rastî êrîşa bombeyî hatibûn. Ev êrîş ket sala xwe ya yekemîn. Hevseroka SGDF'ê Ozgen Sadet bi boneya salvegera komkujiya Pirsûsê axivî û diyar kir ku sala derbasbûyî bi kelecan û coşa şoreşê ketin rê û dê di 20 Tîrmehê de li Cizîrê bin. Ozgen da zanîn ku bi înada bomberana, qetilkirina mirovan û kumkujiyên li ser wan, ew ê dîsan li Cizîrê bin û dê şandeyekê wan jî biçe Kobanê.

Di 20 Tîrhema 2015'an de di çarçoveya kampanyaya "Ji nû de avakirina Kobanê" endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku xwestin der basî Kobanê bibin, li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê, di encama êrîşeke bombeyî de 33 ciwan jiyana xwe ji dest da û bi sadan ciwan jî birîndar bûn.
Der barê yekemîn salvegera komkujiyê de Hevseroka SGDF'ê Ozgen Sadet axivî. Ozgen diyar kir ku dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çanda Amarayê ji bo vekirina bîrdariyekê amade bin û wiha got: "Sala der bas bûyî ji bo em der basî Kobanê bibin ketin rê. Îsal jî em ê berê xwe bidin Kobanê. Dê di 20'ê Tîrmehê de şandeyeke me li Kobanê be."

'Hîna jî hêrsa me pir mezin e'

Ozgen anî ziman ku ew nêzî salvegera komkujiya Pirsûsê dibin û wiha bi lêv kir: "Dîroka 20'ê Tîrmeha 2016'an, dîroka şerê qesrê ya li dijî gelên bindest, jin, ciwan û zarokan daye dest pê kirine. Ji 20 'ê Tîrhema 2015'an ve em dibin şahidê cenazeyê dayikaTaybet ku bi rojan di koçeyan de hat sekinandin, qetilkirina zarokên 35 rojî û şewitandina mirovan. Ji derveyî hemû komkujiyan, hemû operasyonên hatin li dar xistin, ji bo hêrsa ciwan û jinan tepeserbikin. Lê hîna jî hêrsa me mezin û nehatiye tepeserkirin. Hîna jî ew coş û kelecana şoreşê di nava me de pir zindiye."

Dê şandeyên xwe bişînîn Cizîr, Kobanê û Pirsûsê

Ozgen ragihand ku dê bi boneya salvegera komkujiyê şandeyên xwe bişînin Cizîr, Kobanê û Pirsûsê. Ozgen da zanîn ku ev nêzî 2 mehane kompanyaya wan a xwestina edaletê didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser esasî 'Ji Pirsûsê re edalet, ji her kesê re edalet' li 33'ê cihan ev kampanyaya xwe domandine. Ne tenê ji bo Pirsûsê di heman demê de ji bo jinên di girtîgehan de hatîn qetilkirin, şehîdên Geziyê Berkîn Elvan, Metîn Lokumcu û serokê baroyê Tahir Elçî ev kampanya bi rêve birin."

Çûyîna Kobanê çibe, ya Cizîrê jî ewqas girîng e

Ozgen dest nîşan kir ku sala der bas bûyî çûyîna Kobanê çibe, ya Cizîrê jî ew e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çûyîna Cizîrê pir girînge. Ji ber vê yekê em ê herin cizîrê. Bi înat em ê herîn Cizîrê. Sala derbasbûyî bi kelecan û coşa şoreşê em ketin rê û em ê di 20 Tîrmehê de jî li Cizîrê bin. Bi înada bomberanan, qetilkirina mirovan û kumkujiyên li ser me, em ê dîsan li Cizîrê bin û şandeyekê xwe jî bişînîn Kobanê. Di heman demê de li gel bajar û qadan e dê çalakiyên bîranînê bên li dar xistin. Li ser vî esasî di serî de ji bo jinên ciwan em bang li her kesî dikin ku di 20'ê Tîrmehê de derkevin qadan.

(zk)