Li Farqînê li dijî operasyonan bertek: Ev çiya çiyayên me ne
13:21
JINHA
AMED – Li Farqînê 3 rojin ‘qedeya derketina kolana’ berdewam dike û jinan bertek nîşanî qedexê dan û gotin: “Ev çiya çiyayên me ne.” Jinan diyar kir ku bila operasyon bi dawî bibin.
Li gel ku li Farqînê 3 rojin ‘qedexeya derketina kolanan’ berdewam dike, li gundan jî serdegirtin û binçavkirin dom dikin. Gundên ku reyên wan hatin girtin destura ketin û derketina nîne. Li gundan astengiya ragihandinê berdewam dike û hêzên dewletê dixwazin gund dorpêç bikin. Jinên ku li gundê qedexe hatî îlan kirin xwestin ku qedexe bi dawî bibe.
'Ev 3 rojin qedexe berdewam dikê’
Jinên li gundê Sexte jiyan dikin wiha gotin: “Berî 5-6 rojan ji ber top avêtina hêzên dewletê li gund agir derket. Piştî ku li mizgefta banga alikariya agir vemirandinê hat kirin bi alîkariya gundiyan agir hat vemirandin. Dengê topan li çiya belav dibû. Ez 3 rojin ku ‘qedexeya derketina kolana’ berdewam dikê.”
‘Çiya ne yên leşkeran, yên me ne’
Jinan bilêv kirin ku ev çiya çiyayên me ne û wiha berdewam kirin: “Em êdî naxwazin ji çiyayên me dengê çekan bê. Ew çiya çiyayên ku em sewalên xwe dibin çêrandinê û qadên behn girtina me ne. Êdî ji bo operasyona em nikarin herin li çiyayên xwe bigerin. Em dixwazin ku operasyon bi dawî bibin. Em destur nadin ku salên 90’î bi me bidin jiyandin, em jin destur nadin.”
(mm\dt)