Li Kobanê kampanya îmzayan bidawîbû

13:24

JINHA

KOBANÊ - Kongra Star a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku kampanya îmzeyan ya li Kantonê dabûn destpêkirin bi encam kirine.

Kongra Star a Kantona Kobanê di çarçoveya kampanya 'Pêngava Şikandina Tecîrda Îmraliyê' kampanya îmzeyan daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de Kongreya Star li Kantona Kobanê du komîteyên her yek ji 4 jinan pêkdihat xebat birêve dibirin û hevdîtin dabûn destpêkirin. Kongra Star bi daxuyaniyekê encambûna kampanyayê li Kantonê diyarkirin. Daxuyanî bi amedebûna bi dehan jinên sazî û rêxsitinên Kobanê li parka Jinê ya bi navê Şehîd Fatma hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêberiya Komgra Star a Kantona Kobanê Sara Xelîl ve hat xwendin.

Sara Xelîl da zanîn ku kampaniye ya wan serketî bidawîbû û got: "Kampaniya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo hatibû destpêkirin, li Kantonê bi awayeke serkeftî encam bû û ev hemle ji wan re cihê pîroziyê ye. Bi navê Kongra Star em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêberê me 18 salin di girtîgehê de di hemû şert û mercên herî zehmet de dijî. Di van mehên dawî de tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin gelek zêde û zor bûye. Ne malbat û ne jî parêzer dikarin Rêber Apo bibînin. Şandeya CPT ji bo şopandina rewşa Seroketî çû Îmralê, lê encamên çûyîna xwe ji raya giştî û gelê kurd re eşker nekir."

Sara banga xwedîderketina li kampaniyeyê li hemû jinan kir û wiha domand: "Em wek jinên Kongra Star bang li hemû jinên cîhanê dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin û li beramberî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin."

Daxuyanî bi dûruşmeya 'Bijî berxwedana Rêberê Gelê Kurd' û 'Bijî Rêber Apo' bidawîbû.

(ze/bs/zt)