Îlham Ehmed: Divê jin li hemberî fihuşê bi helwestbin

13:54

JINHA

QAMİŞLO - Îlham Ehmed diyar kir, li kampên penaberan ên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê, jin bi fûhûşê tên xistin û hewl tê dayîn bi vê rêyê, civak bê dejenerekirin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, kampa Dûmiz a li Başûrê Kurdistanê ku di rapora Wezareta Karên Derve ya DYA de jî weke cihê 'rayedar bi zorê fûhûşê bi jinan didin kirin' cih girt û rewşa kampên din ên li Başûr û Tirkiyeyê nirxand. Îlham bibîr xist, ku zext û zordariya fûhûşê ya li kampa Dûmizê li jinan tê ferzkirin, di hin raporan de cih girtiye, lê belê ev rewş ne tenê li vê kampê, li gelek kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê heye û got, "Di dema şer de her tim rewşên bi vî rengî diqewimin. Yên herî zêde ji ber şer dikişînin, jin in. Birçîbûn rû dide, ji bo karibe ji zarokên xwe û xwe re pariyek nan bibîne, neçar dimîne bedena xwe bifiroşe. Carna jî mêr ji bo pere qezenc bike, bedena jinê difiroşin. Jin bi vî rengî jî mexdûr dibe. Sîstemên serdest, bi taybetî dewletên ev koçber xwe lê bigirin, mîna şebekeyekê, mîna şîrketekê li van kampan bi zanebûn fûhûşê didin kirin."

Îlham diyar kir, li kampên Başûr û Tirkiyeyê, di nava şebekeyên fûhûşê de rêveber û hêzên ewlekariyê jî hene û di çarçoveya hin armancan de bi zanebûn bi jinan fûhûşê didin kirin û wiha dewam kir: "Ji bo wan pirsgirêk ne tenê pere ye. Bi destavêtin û fûhûşê dixwazin vîna jinê bişikînin. Ji aliyê exlaqî ve dixwazin rewşeke dejenere bafirînin. Jinên ji şer reviyan e û neçar man e her tiştî li dû xwe bihêlin, bi rewşeke bi vî rengî re rû bi rû dimînin. Eger yek karibe xwe ji vê rewşê rizgar bike, ji sedî sed jinên din dixin nava vê rewşê. Bi zanebûn bi vê yekê jinê dixin. Ji ber ku ji civakîbûna jinê, ji girîngiya jinê ya li nava civakê ditirsin. Bi xistina jinê re dixwazin wê civakê bi temamî dejenere bikin û armancên xwe li ser civakê ferz bikin."

Îlham da zanîn, PDK bi taybetî li hemberî Rojavayiyan û penaberan, ji bo 'dûrxistina ji şoreşê û ji welêt' polîtîkayek bi zanebûn dimeşîne ev mînak da: "Ez bawerim di sala 2014'an de bû. Li Kampa Dûmizê dawetên komî hatin çêkirin. Yanî daweta komî ya 200 bûk û zavê hat çêkirin. Li vê kampê birçîbûn, bêwelatî, bêparmayîna ji mafên xwe û esîrbûna li rêveberiya kampê heye. Mirov ji bo pariyek nan, neçar dimînin di rêzê de bimînin. Lê di rewşeke bi vî rengî de PDK'ê merasîma dawetê ya komî kir. Ev yek nêzîkatiya bê exlaq a PDK'ê nîşan dide. Ji ber ku yê kampê bi rê ve dibe, ew bi xwe ye. Di wê demê de, ji Rojava, ji Dêrikê gelek jin û mêr ji bo merasîmeke bi vî rengî şandin. Bi vê yekê ve mesaja 'karê me bi şoreşê, bi maf û azadiyan re nîne. Karê we bi tenê zewac e, anîna zarokan e û têrkirina zikê xwe ye' da civakê. Yanî ji aliyê PDK'ê ve, ji bo dûrxistina ji şoreşê, ji bo qutkirina ji cewhera civakê, polîtîkayeke taybet tê meşandin."

'Polîtîkya dewleta tirk û PDK'ê yeke'

Îlham ragihand, di vê mijarê de polîtîkayên dewleta Tirk û PDK'ê gelekî dişibin hev û got, "Li Tirkiyeyê jî rewşa penaberên Sûriyeyî dijî, bi heman rengî ye. Ji xwe berê jî derketibû holê ku li kampên penaberan ên li Tirkiyeyê fûhûş bi jinan dihat kirin. Ya li kampa Dûmizê jî bi heman rengî, bi zanebûn tê kirin. Li Kampa Dûmizê jî rayedar û nûnerên saziyên cuda yên Başûrê Kurdistanê nikarin bikevin nava kampê. Saziyên Neteweyên Yekbûyî jî bi zorê dikevin kampê. Wekî din, temamiya mirovên li Kampa Dûmizê tên ragirtin Rojavayî ne."

Îlham anî ziman, ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberiyê û rizgarkirina jinan ji zexta fûhûşê, projeyên wan hene û got, "Di vê nuqteyê de weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, ji bo pêşî li pirsgirêkên penaberiyê û yên li van kampan bigirin, serlêdanên me hene. Me bi Yekîtiya Ewropa û gelek welatan re hevdîtin kirin. Di vî warî de projeyên xwe dan nasîn û pêşniyar kirin. Me ji wan re ragihandin, ku şer dirêj bûye. Me gotin, ji bo pêşîgirtina li van pirsgirêkan, em dixwazin van mirovên neçar mane derbasî welatên din bibin, li herêma xwe bi cih bikin û ji wan re sîstemeke perwerde û jiyanê bafirînin."

Îlham diyar kir, ji ber van polîtîkayên qirêj ên li van kampan, doz dikare li Tirkiye û PDK'ê werin vekirin û di vî warî de serlêdanên wan jî wê hebin. Îlham ev bang kir: "Polîtîkayên li van kampan tên meşandin, li derveyî mirovahiyê ye, bê exlaqî ye. Hem jinên li Başûrê Kurdistanê, hem yên li Rojava, hem jî yên li cîhanê, pêwîste di vê mijarê de helwestê nîşan bidin."

(zt)