Xizmên windayan li hemberî darbeyê banga siyaseta demokratîk kirin
15:08
JINHA
AMED/ ÊLIH - Xizmên windayan ên her hefte li aqûbeta xizmên xwe dipirsin vê hefteyê jî li Amed û Êlihê hatin gel hev û daxwaza aşkerekirina berpirsiyaran kirin. Malbatan li hemberî darbeyê banga siyaseta demokratîk kirin û ji bo wê jî banga bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêşxistina muzakereyan kirin.
Şûbeya Komeleya MAfên Mirovan a Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe yî bi dirûşmeya "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" her hefte çalakiyê li dar dixin. Di çalakiya xwe yî 388'emîn de careke din li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê Parka Koşûyolûyê hatin gel hef. Di çalakiya ku wêneyên windayan lê hatin hilgirtin de, li gel nûnerên gellek saziyan, parêzvanên mirovan jî beşdarî wê bûn. Di çalakiyê de ewil endamê Komîsyona Windayan a Şûbeya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Adnan Orhan axivî û got, "Kiryarên înfazan û windakirinan bi tu awayî nayên dîtin û nayên darizandin. Em her hefte li vê derê ne. Heta ku kiryar bên dîtin em dê çalakiya xwe bidomînin."
'Em hewldana derbeyê napejirînin'
Adnan hewldana derbeyî duh êvarî jî nirxand û dest nîşan kir ku ew mudaxileya derdemokrasiyî erêniyî nabînin. Adnan anî ziman ku duh leşker û polîs rabûne hev wû wiha got, "Rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Divê heta dawî rêz li îradeya gel bê girtin."
Adnan piştî axaftinê li aqûbeta Ahmet Tekîn ê ku di sala 1994'an de dema ji Amedê diçû Licê di dema venêrîna rê de wesayît ji hêla leşkeran hatiye rawestandin û leşkeran bo yên din gotiye "Hûn biçin Ahmet mêvanê me ye" û bi vî awayî tê binçavkirin, pirsî. Adnan çîroka Tekîn bi bîr xist û anî ziman ku herî dawî Tekîn li Fermandariya Cendirmeyan a Licê hatiye dîtin û pişt re bi tu awayî agahî jê nehatine girtin. Adnan careke din daxwaza darizandina hêzên tarî dubare kir û got têkoşîna huqûqî ya malbata Tekîn didome.
Piştî axaftinan bo 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Di çalakiya li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê de ji rêveberên ÎHD'ê Îlyas Tarim axivî û wiha got, "Mexdûrên derbeya 80'yî ev tam 30 sal e vê têkoşînê didin. Hîn mexdûriyeta derebeya 80'yî ji holê ranebûye, duh êvarî helwdana derbeyeke din xwe da der. Li dijî siyaseta demokratîk mudaxileya leşkerî pêk hat. Em wek Komeleya Mafên Mirovan ên ku her li dijî derbeya n, vê hewldanê şermezar dikin." Îlyas bi bîr xist ku ev mucadele 30 sal berê di 17'ê Tîrmeha 1986'an de ji hêla 98 parêzvanên mafên mirovan Komeleya Mafên Mirovan hatiye avakirin û îro 30'yemîn salvegera komeleyê ye.
'Li mizgeftan bi bangewaziyên cîhadî ev pêk nayê'
Îlyas qirkirin û wehşeta li Kurdistanê bi bîr xist û wiha got, "Me mirovên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin şewitandin ji bîr nekiriye. Ev hemû berdewamiya derbeya vês ala dawî ya li Kurdistanê ne. Xwedî derketina li demokrasiyê bi bangewaziyên li mizgeftan ên cîhadî, bi jêkirina serên leşkerên ciwan pêk nayê. Em dê helbet vê têkoşînê bidomînin."
'Serê leşkeran hat jêkirin'
Îlyas diyar kir ku îro salvegera Komkujiya Zîlanê ye û wiha bang kir, "Dema meriv li dîroka Komara Tirkiyeyê dinihêre, bi dîrokek komkujiyan re rû bi rû dimîne. Îro dîsa li Trikiyeyê nêzî 200 mirov hatin qetilkirin. Mirovên sivîl hatin qetilkirin, serê leşkeran li nêv kuçeyan hat jêkirin. Em vê napejirînin û bang li Dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmetê dikin da dubare li gel Abdûllah Ocalan dest bi muzakereyê bikin. Em rê li ber siyaseta demokratîk vedikin."
'Hurşît Kulter li kuderê ye?'
Piştî axaftinan Fahrettîn Asûtay metna daxuyaniyê xwend. Fahrettîn li dijî zirxa destnedayîna ya bo leşker û polsîan hatiye dayîn bertekên xwe da der û wiha axivî: "Ji roja ku hatiye binçavkirin heta niha tu agahî ji Hurşît Kulter nayên wergirtin û di vî warî de bêdengiyek zêde xwe daye der. Gelo ev bêdengî xwe dispêre vê zagonê? Em wek aktivîstên mafên mirovan dipirsin û dê her bipirisin; Hurşît Kulter li kuderê ye? Pêdiviya tu personelekî cemaweriyê yê li gor rêzegêzn dewleteke huqûqî tevdigere, bi zirxê destnedayînê tune ye. Bes bila derhuqûqî tevgerek xwe nede der."
(zt)