Dayikên Şemiyê: Ne rejîma tindraw, em azadiyê dixwazin!

15:11

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavkirinan de hatine windakirin bipirsin, çalakiya xwe yî bo edaletê didomînin. Di çalakiya 590'emîn de li gel astengiya polîsan jî Dayikên Şemiyê hatin gel hev û li dijî hewldana derbeya leşkerî bertekên xwe dan der û wiha gotin, "Em ne darbeyê demokrasiyê, ne êrîşa rejîmê em azadiya xwe dixwazin."

Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavkirinan de hatin windakirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin, do 590'emîn çalakiya xwe lêgerîna edalet li ber Lîseya Galatasarayê dubare hatin gel hev. Polîsên ku ji dayikan re gotin "Hûn dibînin ku çi diqewime" û xwestin wan asteng bikin, piştî hin hevdîtinan çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan wêneyên xizmên xwe yî di binçavan de windakirî û wêneyên Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter hilgirtin.

Ji dayikan Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend. Masîde diyar kir ku kes û saziyên ji windakirina mirovan berpirsiyar in derkenektine holê û got, mafê xwegihandina edaletê ya malbatan tê desteserkirin û wiha got, "Ji bo sûçê windakirina di bin çavan de xwe dubare neke û bê astengkirin mewzûat û siyaseta dewletê ji bo vê tu carî nebûye bersiva daxwazin me" û diyar kir ku di warê huqûq û azadiyê de tu pêşketinek xwe nedaye der. Ocak rewşa Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulterê ku 51 roj e tu xeber jê nayê girtin jî bi bîr xist û wiha got, "51 roj e malbata Kulter li derveyî parastina huqûqê tê girtin. Em dê li dijî vê bêhuqûqiyê serî netewînin û bêdeng nemînin. Em dê her biprisin 'Hurşît Kulter li kuderê ye.'"

'Bila bêcezatiyî bidawî bibe'

Masîde li kiryarên Ramo Tûguç ê ku 22 sal berê li Qoserê di dema binçavkirinê de hat windakirin pirsî û wiha axivî: "Di sala 1993'yan de gundê Yûrtderiyê cerdevanî qebûl kir. Lê belê malbata Tûgûç cerdevanî nepejirand. Li ser vê mala wan hat rûxandin. Tûgûç tevî hebjîna xwe li Qoserê bi cih bû. Di 8'ê Tîrmeha 1994'an de li Qoserê dema li ber dikana xizmekî xwe bi xizmên xwe re sohbet dikir ji hêla cerdevan û polîsan hat binçavkirin. Li tororseke spî hat siwarkirinû ew birin. Malbata wî ya ku hayaê wna ji rewşê hebû, nizanin Tûgûç birine kuderê. Di 21'ê Tîrmeha 1994'an de Tûgûç li nêzî gundê Mecbûriyeyê yê Serêkaniya Rihayê li qelaçekî bi awayekîd est û lingên wî girêdayî bi miriyî hat dîtin. Efserê li qereqolê û sercerdevanê gund Avdo Korga vegotin ku wan bi destiyê bivir li Tûgûç dane û lingên wî şikandine."

Masîde daxwaz kir ku divê derhuqûqiya dosyeya Tûgûç bi dawî bibe û got di serî de Fermandarê Cendirmeyan ê QOserê Hasan Atîlla Ugûr û hemû berpirsiyar hesab bidin û got "Bila bêcezatiyî bi dawî bibe" û hewldana derbeya leşkerî bi bîr xist û wiha dest nîşan kir, " "Cezasızlığa son adalet istiyoruz" diyen Ocak, darbe girişimini hatırlatarak, "Em ne darbeyê demokrasiyê, ne êrîşa rejîmê em azadiya xwe dixwazin."

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ji qadê veqetiyan.

(zt)