Welatiyên hatin binçavkirin rastî îşkenceya ceyranê hatin

15:57

JINHA

AMED – Li gel ku li Farqînê ‘qedexeya derketina kolana’ berdewam dikê, li gundê Hemreso du welatiyên ku hîn nasnema wan ne hatiyê diyar kirin hatine qatilkirin û ji heman malbatê 4 kes hatinê binçavkirin. Li gorî gotinên gundiyan Cemal Kaplan rastî îşkencêya ceyaranê hatiye.

Li navçeya Farqîna Amedê ‘qedexeya derketina kolanan’ di roja 3’an de yê û piştî hêzên dewletên hêzên xwe ji gundan vekişandin rêyên gelek gundan hatin girtin. Ji van gundan li gundê Hemreso 14’ê tîrmehê du kes hatin qatilkirin. Welatiyên gund diyar kirin ku ji serê sibihê heya niha şer berdewam dikê û gundiyan dan zanîn ku saetên nîvro panzêr ketina nava gund û gund dorpêç kirine. Gundiyan anî ziman ku piştî ji balefiran gule barandin agir bi zeviyên garis ketiyê û di wê keliyê de welatiyêk hatiyê qatilkirin.

Ji heman malbatê 4 kes hatinê binçavkirin

Gundiya dest nîşan kirin ku piştî êrîşa hewayê li, leşkeran bi ser malekê de girtin û ji heman malbatê 4 kes xistin binçavan. Ji 4 kesên ku ji heman malbatê hatin binçavkirin li gorî hat zanîn Riza Kaplan nû hatiyê.

Gundî rastî îşkencê hatine

Şahidên bûyerê diyar kiri ku kesên hatin binçavkirin rastî îşkence hatin û Cemal Kaplan yê 18 salî rastî îşkenca bi ceyranê hatiyê. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandara Jendirmêya Farqînê.

(mm\dt)