Ji Îstîklalê dengê tekbîran bilind dibe!
16:02
JINHA
STENBOL- komeke ku ala Tirk li milê xwe daliqandine û tekbîran dikişînin li cadeya îstîklalê derbasî meşê bûn.
Piştî darebeya Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) şûnde di nav de sivîl, leşker û polîs jî hene gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Ji duh êvarê de AKP’îyan banga dakevin kolanan li girseyan kirin û her wiha tiştên tên jiyîn jî wek cejn bi nav dike û fikarên têkildarî ku komkujî wê zêde bibin de zêde dibin.
Li cadeya îstîklalê dem bi dem dengên tekbîrê zêde dibin. Her wiha ligel sirûda mehterê û alên tirk girse dimeşin û polîs jî wan diparêzin. Piraniya gel jî nekarin dakevin kolanê.
(ekip/hu)