Welatiyên Stenbolê:Me şevek di nava şer de derbas kir!

17:52

JINHA

STENBOL- Welatiyên Stebolê hewldana darbeya leşkerî ya şevê din wiha vegotin: “Şevek di nava şerde bû.”

Piştî ku Hêzên Çektar ya Tirkiyê li hember dewletê hewl da ku darbê bikê, şevêdin gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Dema jeta li ser Stênbolê nizm firiyan welatiyan şevêke bi diltirs derbas kir. Stênboliyan bûyera şevê din ji JINHA’yê re vegotin.

Rafîe ya ku mafe axaftinê girt diyar kir ku ew hewldana darbeya leşkerî şermêzar dike û tirs xistin nava dilê gel. Rafieyê got ku xwestin gel bedêng be û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi vî rengî tê bedêngkirin. Çi bikin bila bikin dê ev zirar dîsa li wan bê.”

‘Şevek di nava şerde bû’

Jina bi navê Ayşe Erdem jî nerînên xwe yê di der barê hewldana darbeya leşkerî de wiha anî ziman:“Hîn zuye mirov tişten hatine jiyandin biaxivê, lê li derdorê agahiyên qirêj digerin. Li ber deriyên me jet derbasbûn, hîn jî em nizanin şevê din çibû.” Ayşe destnîşan kir ku mirov nizanê ka ev bûyer bi kerî kîjan partiya siyasî bên. Ayşe bi lêv kir ku ew pêvojeyeke darbê naxwazin û ew dixwazin di nava demokrasiyê de bijîn.

Merve Solmaz jî wiha axivî: “Her roj li Kurdistanê mirov tên qetilkirin. Duh evarê em bûn şahid ku bi wesaîtan mirov hatin gule barandin. Serokwezîr ji me re dibejê ‘ji komujiya Kurdistanê re bedêng bin û li mala xwe rûnin’ lê îro dibijê derkevin derve û şer bikin.”

(tm-ga\dt)