Jinan nobeta Licê dewir girtin
18:50
JINHA
AMED - Li gundê Sîsê yê Licê nobeta li goristana ayîdî PKK'yiyan yê hatibû texrîbkirin, di roja 15'emîn de jî didome. KJA yê nobeta îro dewr girt.
Li Licêya Amedê nobeta li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê ku di baregeha qedexeya derketina kolanan ji hêla hêzên dewletê ve hatibû texrîbkirin û li ser vê bi pêşengiya KJA, HDP, DBP û KCD'yê ve hatibû destpêkirin di roja 15'emîn de jî didome. Jinên KJA'yî yên ji navçeyên Amedê hatin, nobeta îro dewr girtin. Jinên ku bo çalakiya nobetî hatin pêşî serdana goristanê kirin û dia kirin. Her wiha ji jinên ku bo nobetê hatin, hin ji wan çûn serdana malbata Mehmet Şîrîn Kocakayayê ku li mezrika Mehlê ya Kerwasê ji hêla leşkeran ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, kirin.
Çalakiya nobetê bi sohbet û nîqaşan didome.
(zt)