Li Hesekê komînek jinan a Felek Hewas hat vekirin

08:35

JINHA

HESEKÊ – Bi navê Felek Hewas komîneke xweser a jinê li taxa Miftî ya bajar hat vekirin.

Komîn lingê rêxistinbûna xweser a gelê Rojavayê Kurdistanê îfade dike. Jin jî bi vê mebestê li her deverê xebatên xwe bisazdikin. Jinên bajarê Hesekê komîneke din a xweser vekirin. Komîna taxa Miftî ya bajar, bi navê têkoşera tevgera jinên azad Felek Hewas ku di sala 1997'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye, hate navkirin. Di merasîma vekirina komunê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkiri de endamên komîn û nûnerên rêxistinên jinan jî amade bûn.

Pişti rêzgirtinê Rêvebira Kongreya Star Enûd Firû vekirina komînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jinên kurd û cîhanê pîroz kir. Endû Firû girîngî û pêdiviya bi sazkirina komînên ji bo pêkhatina demokrasî û pêşxistina civakîbûnê anî ziman û ji jinan xweset ku bi komînbûnê jiyana xwe rêxistinbikin.

Piştî axaftina Enûd, benê sor ê li berderiyê komînê ji hêla xwîşka Felek Hewas, Emel Hewas ve di bin dengê tîlîlî û dûruşmeyên jinan de hate birîn.

(ee/en/zt)