'Divê em ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê mezin bikin'

09:03

Şînda Ebdullah/JINHA

DIRBÊSIYÊ - Rêvebira Kongra Star a bajêr Dîlan Hesen, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de nirxandin kir û got: "Dewleta Tirkiyê bi tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo dide meşandin, dixwaze gel ji fikir û ramanê wî dûr bixe û qut bike."

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha nirxandin kir: "Ji ber lêgerîna Rêber Apo ya li rastiya jin û civakan, bi salan e di nava têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de ye. Dewleta tirkiyê jî li beramberî vê berxwedanê herdem komployan pêktîne. Rêxistina PKK'ê ser bingehê azadiya jinan destpêkiriye, gelek bedelên giranbuha di vê rêyê de dan. Em jî bi saya qehremantiya şehîdên mîna Zîlan û Bêrîtan gihiştine astên serkeftinê ku îro tên jiyîn. Dewleta Tirkiyê jî bi tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo dide meşandin, dixwaze gel ji fikir û felsefeya wî ya azad dûr bixîne."

Dîlan Hesen di berdewamiya axaftina xwe de ji bo tevahî jinan wiha got: "Ji hemû jinan tê xwestin ku ji bo azadiya Rêber Apo di nava berxwedanê de bin. Divê em ji bo rakirina tecrîdê her dem têkoşîneke bêhempa bidin meşandin. Divê em bibin bingehê jiyan û civaka azad. Bi qasî ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê têkoşîn daye meşanin, ji me jinan jî tê xwestin ku em li Rêberê xwe xwedî derkevin û li ser fikir û felsefeya wî jin û jiyaneke azad biafirînin."

(hs/zt)