'Emê xebatên agahdarkirinê berfireh bikin'

09:04

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrînê Fatma Lekto derbarê kuştina jinên ku di demên dawî de li Kantona Efrînê zêde bûye, nirxandin kir.

Ji destpêka sala 2016'an û herî zêde van herdû mehên dawiyê kuştina jinan li Kantona Efrînê zêde bûye. Têkildarê vê mijarê Seroka Desteya Jinê ya Kantonê Fatma Lekto nirxandin kir.

Fatma diyar kir ku ev sê mehin li Kantona Efrînê kuştinên jinan zêdebûne û wiha domand: "Tevî ku hejmareke baş ji saziyên jinan li Kantonê hene jî, dîsa roj bi roj kuştina jinan zêde dibe. Hişmendiya zilamê desthilatdar dihêle ku guhertin di nava civakê de zû bi zû çênebin. Me jî wekî Desteya Jinê û hemû sazî û komeleyên jinan ên Kantona Efrînê, dest bi Kampaniyeke Zanistkirinê di nava gel, jinên Kantonê û navçeyên wê de destpêkiriye. Em ê bi rêya vê Kampaniyê tevahî gel û taybet zilamên ku desthilatdariya xwe li ser jinan ferz dikin, perwerde bikin."

Fatma diyar kir ku sedema kuştina jinan ji neperwredekirina zilaman tê û wiha got: "Tevî ku şoreş li Kantonê di astên bilind de pêş dikeve, lê mixabin kuştina jinan roj bi roj ji ber hişmendiya zilamê desthilatdar zêdetir dibe. Hejmara jinên ku ji despêka sala 2016'an heya niha hatine kuştin gihiştiye 10 jinan. Gelo heya kengî wê ev jin werin kuştin. Rêber Apo dibêje: 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye' lê tevî wê jî em hîn kuştin, destdirêjî û întîhara jinan dibîn."

Fatma di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Me wekî jinên Kantona Efîrnê dest bi kampaniyeke zanistkirina jin û zilaman kiriye, armanca me ji vê kampaniyê ew e ku em parastina jinan ji zehmetiyên ku jiyan dike, her wiha rizgarkirina wê ji vê rewşa kuştinê ye. Bi vê yekê ve girêdayî em dixwazin desthilatdariya zilam ji holê rakin û civakeke azad û demokratîk ava bikin."

(hs/zt)