Ji jinan ji bo Serokwezîr: Despêkê hînî rêveberina welat bibe

09:06

Hatice Kaya-Hikmet Tunç /JINHA

WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim dan û gotin: “Gelo nexweşxane vegeriyane bernameyên zewacê? Ger wihabûye çima agahiha me nîne. Nexweşxane û zewac ne karê wîne. Bila despêkê şer bide sekinandin û karê xwe bike.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim bi gotinên wekê ‘Di cejnê de welatî çûne serwîsên beşa lezgîn. Gel tenê ji bo dermankirinê naçin beşên lezgîn. Ji bo keçan bibinin diçin.’ Piştî van gotinan bertekên jinan zêde bûn. Jinên Taxa Xaçortê ya Rêya Armuşê ya Wanê jî gotin ku zarokên wan tên qetilkirin û ew ji ber zarokên xwe diçin nexweşxaneyan.Jinan dan zanin ku bila pêşiyê van pirsgirêkên girîng çareser bikin, piştî wan bila qeseyên vala bikin. Ew gotine ne karê wî ye, zarok ji bo dayikan nehiştin.”

‘Gelo nexweşxane kengî bûye bernameya zewacê?’

Jina bi navê Naciye Gîl jî li ser gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim bertekên xwe wiha anî ziman: “Em ji bo derman kirinê diçin nexweşxaneyan. Bînalî dibêje malbat ji bo zarokên xwe zewicînin diçin beşa lezgîn. Gelo ev tiştek çawa tê gotin. Ma nexweşxane buye bernameya zewicandinê. Pirsgirêkên me zêde ne bila pêşiyê vê xwînê bide sekinandinê. Nexweşxane û zewicandin ne karê wî ye.”

‘Ji bo dayikan zarok nehiştin kî zewacê difikire’

Azîme Şakar jî got: “Kes ji bo zewicandinê naçe nexweşxaneyan. Em ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneya. Bila Bînalî karê xwe baş pêk bîne aramiyê bêxe nava gel piştra behsa zewicandinê bike. Birastî ji bo me dayikan zarok nehiştin çawa tiştên wisa dibêje. Kijan dayik û malbat zewacê difikire. Ev nayê qebûl kirin.”

‘Bila aramiyê bine behsa zewacê neke’

Jina ciwan ya bi navê Zîlan İşik jî bertek da gotina Serokwezîr Bînalî û wiha axivî: “Em ew qas pirsgirêkên taxa xwe dijîn bila bê van pirsgirêkan çareser bike. Pêvajoyek wisa de ev tişt nayê gotin. Çima pêvojoya dijwar çareser nake û li ser zewacê ew qas disekine. Em dixwazin Bînalî bifikire . Em jî bang li wî dikin û dibêjin ew Serokwezîre û bila aramiyê bîne.”

(zt)