‘Em ê ticarî ciwanên ji bo Kobanê ketibûn rê ji bîr nekin’
10:03
JINHA
RIHA - Jinên Pirsûsê 33’ê ciwanên rêwiyên xewnan ji bîr nakin gotin: “Ev saleke em parçeyê ciwanan li ser darê navenda çandê kom dikin. Ew ciwan bi coş hatibû ku herin Kobanê piştgirî bidin berxwedanê. Em kenê wan ciwanan ji bîr nakin.”
33’ê ciwan bi şîara ‘Me bi hev re parast em ê bi hev re înşa bikin’ hatin Pirsûsa Rihayê û xwestin li Navênda Çanda Amara daxwiyanî bidin. Di dema daxwiyaniyê de ciwan rastî bombeya zîndî hatin û hatin qatilkirin. Ciwanên SGDF yî xwestin li hember çeteyên DAÎŞ’ê piştgirî bidin Şoreşa Rojava. Dema 33’ê ciwan hatin qatilkirin bi civakê re hêrsek mezin çêbû û êşa ciwanan birînên kûr hiştin.
'Hemû kes ji bo alîkariyê tevdigeriya’
Hevseroka DBP’a Pirsûsê Rojda Binîci diyar kir ku ew ciwan ji bo piştgiriyê hatibû û wiha berdewam kir: “Hemû ciwan ji bo herin Kobanê jiyanê bihûnin hatibûn”. Rojdayê anî ziman ku ew ciwan ji bo ku piştgirî bidin Kobanê hatibûn û ji hemû peywirdarê dewletê destur xwestibûn ku herin Kobane. Rojdayê got: “Peywirdarên dewletê ji mere gotin tenê dê 20 ciwan derbas bibin. Em jî piştî vê derbasî avahiya partiyê bûn û dema ku em li avahiyê dengê teqînek mezin hat. Dema em çûn cihê bûyerê te digot qey roja heşrêye. Hemû kes bi aliyekê ve bazdida birîndar hebûn û hinek heval şehîd ketibûn. Me wê rojê çî çar tekel dît me birîndar dibir nexweşxanê.”
'Ew bombe ket navbera Tirk û Kurdan’
Rojdayê got ku ev saleke ser qatlîamê re derbasbû û wiha dom kir: “Armanca wan ciwanan herin Kobanê şîtlên dara deynin û pêlestokan bibin ji zarokan re bun.” Rojdayê da zananîn ku hemû jî xwendekarên ronakbîrbûn û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ew bombe di navbera xwişk û biratiya Kurd û Tirkan de hat teqandin. Em hîn jî wê rojê jiyan dikin. Ji bo ku gelê Pirsûsê hay ji mêvanên xwe nebû xwe sucdar dibînin. Dema ku em li cihê bûyêre mêze dikin kenê ciwanan te bîra me.”
'Ciwanan dixwest bibin piştgirî ji bo zarokên Kobanê’
Rêvebera navçeya DBP’a Pirsûsê Gûlseran Koştî jî diyar kir ku dema teqîn çêbûye ew çûye cihê bûyerê û wiha got: “Em dizanin ku armanca ciwanan çibû. Heya salekî me parçeyên wan ciwanan ji serê darên navenda çandê kom dikir.” Gûlserenê anî ziman ku heya jiyana wê heya ew ciwanê ku hatine qatilkirin ji bîr nake û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ew ciwan tucar nayên ji bîr kirin û heya dawiya temenê xwe em wan ciwanan ji bîr nakin. Ciwan hatibûn aştiyê ne hatibûn şer. Em ê kenê ciwanan ji bîr nekin. Armanca ciwanan ew bû ku alîkarî bidin gelê Kobanê û dixwestin piştgirî bidin zarokên Kobanê.”
'Dewletê ti daxwiyanî neda’
Gûlseranê dest nîşan kir ku heya niha ji dewletê ji bo ku berpirsiyarên qatlîamê bên dîtin ti daxwiyanî nehatiye kirin û wiha berdewam kir: “Malbatan bi dehan caran ji bo dewlet daxwiyanî bide bang kir, lê tu encam nehat sitandin. Dibê ku dewlet daxwiyanî bide û berpirsiylarê qatlîamê ceza bike.”
‘Ew mêvanên Pirsûsê bûn’
Hevşaredara Pirsûsê Nazli Binîci jî got ku roja qatlîamê wek roja mehşerê dihişmendiya wan de maye û wiha axaftina xwe dawî kir: “Gelê Pirsûsê hîn jî xemgîne. Ew êş tucar nayê ji bîr kirin. Hemû jî ciwanê paqij bûn. Xeyalên ciwanan hebûn û dê çûbana pêlîstoka bidin zarokên Kobanê. Em tucar wê êşê ji bîr nakin.”
(dt/zt)