Li Til Temir perwerdeya zimanê aşûrî tê dayîn

14:53

JINHA

TIL TEMIR- Lijneyek ji jinên Dêra El Qidîse û Lijneya Fêrkirinê ya Xiristiyanî, dewreyek perwerdeya zimanê aşûrî ji bo zarokên Aşûrî dan destpêkirin.

Li Baxçeyê girêdayî Lijneya Jinên Dêra El Qidîse ya bajarê Til Temir, dewreyek perwerdeya zimanê aşûrî ji bo zarokên aşûrî destpêkirin. Kadroyên ku dewreyê birê ve, girêdayî Lijneya Jinan û Lineya Fêrikirnê ya Xiristyanî ne. Wê ev perwerde li ser çarmer heleyan û di navbera havînê de were dayîn. Bernameya perwerdeyê ji fêrkirina tîpên zimanê aşûrî û rêziman pêktê. Ew yek ji bo ku zarok berî derbasbûna Korala Dêrê bibin, fêrî van tiştên bingehîn bibin. Di vekirina perwerdeyê de, ji bo bilindkirina moralê zarokan cilên dibistanê li wan belavkirin.

Zarokên bi navê Jûlyana Dermo û Aşûr Bobo derbarê vê perwerdeyê de wiha gotin: "Em wekî zarokên aşûrî tevlî vê perwerdeyê bûn, da ku em fêrî zimanê xwe bibin, ji ber ku zimanê me nasnameya me ye. Em spasiya Lijneya Jinên Dêrê û Lijneya Fêrkirinê ya Xiristyan li ser vê gava xweş dikin."

Di vê derbarê de, mamoste Jemîle Kako ku li ser perwerdekirina zarokan disekine wiha got: "Em wekî her dû Lijneyên ku li ser vê perwedeyê disekinin, bipiştgiriya Baba Boxos Îşaya û Mar Efram Esnîl, ji bo perwerdekirina zarokan û fêrkirina wan a ziman dê di nava tevgerê de bin."

(ja/hs/zt)