Gulîstan Kiliç: Emê desturê nedin nêçîra pîrabokan
15:55
JINHA
STENBOL – Têkildarî buyerên dawiyê hatin jiyandin Hevserokên HDK’ê li navenda xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku pêvajo dikane pirsgirêka kurd, jin û kedê çareserkirin, wiha nebe dê rê li pêşiya darbeyên nû bên vekirin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu têkîldarî hewldana darbeyê li Buroya HDK'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
Hevberdevkê HDK'ê Gulûstan Koçyîgît di daxuyaniyê de anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û êrîşên piştî 7'ê hezîranê ji bo derbayê bingeh ava kiriye. Gulîstan destnîşan kir ku fermandarên ku "îxanetkirina welat" tên sûcdarkirin li Kurdistanê şer dane meşandin û dema ku ew vê yekê tînin ziman ew fermandar dibin qehreman lê dema ku mudaxaleyî sîstemê û hikûmetê dikin jî ev kes dibin xayînê welat bi vî tên sûcdarkirin.
Gulîstan bilêv kir ku planên qeyûm tayînkirina şaredariyên DBP'î û rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ve ketine pêvajoya darbeyê û pêvajoya darbeyê bi van geşedanan qutkirî nîne. Gulîstan bilêv kir ku pêvajo dikane bi çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêka jin û kedê ve dikare bê çareserkirin heke ne wisa be dê bibin şahidên darbeyên nû.
Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew li dijî hewldana darbeyê ya di 15'ê tîrmehê de ne û piştî ku hate çewisandin jî gotina darbeyî AKP wekî "xilasker" nîşandan e. Ertugrul wiha got: "15'ê tîrmehê ji darbeyên 27'ê gulanê, 127ê îlonê, 28'ê sibatê wêdetir wekî darbeya 21 gulana 1963'an a bi pêşengiya serheng Talat Aydemîr bû."
'Encama pevçûna ku darbeya qesrê afirandiye ye'
Ertugrul bilêv kir ku îstixbarata ku hikûmet û qesrê bi civakê re parve nekiriye heye û vekişandina Erdogan û rayedarên hikûmetê xwe li cihên bi ewle jî îşaneya vê ye û wiha axivî: "Çewisandina îsyanê, tasfiyekirina rakîban ji bo hamleya Erdogan a yek rêber plana ku vê yekî wekî qerase binirxînin nîşan dide. Ertugrul bilêv kir ku ji 7'ê hezîranê heta niha bi pêşengiya Erdogan Tirkiye di pêvajoya darbeyê re derbas dibe bi şerê ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu li dijî gelê kurd daye destpêkirin çûne hilbijartinên 1'ê mijdarê û ev yek jî merhaleya yekemîn a darbeyê hatiye temamkirin piştre jî Bînalî Yildirim kirine serokwezîr û bi vî rengî derbasî merhaleya duyemîn a darbeyê bûne. Ertugrul destnîşan kir ku hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê jî merhaleya sêyemîn a vê yekê ye.
(zt)