Kampanya îmzayan a ji bo rakirina tecrîdê berdewam dike
17:04
JINHA
QAMIŞLO - Buroya Peywendiyên Dîplomatîk a Kongra Star ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinên li Kantona Cizîrê didomin.
Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan ku bi armanca şikandina tecrîda girankirî destpêkiriye, hevdîtinên xwe didomîne. Bi vê armancê endama buroyê Mekiya Hiso, endama Rêveberiya Kongra Star Mîdiya Mehmûd, endama Têkiliyên TEV-DEM'ê Rojîn Silêman bi Desetiya Perwerdê û Akademiya Şehîd Fayiq a Çapemeniyê re hevdîtin çêkirin.
Hevseroka Desteya Perwerdê Semîra Hec Alî û endamê Rêveberiya Desteya Perwerdê piştgiriya xwe ji kampaniyê re anîn ziman. Semîra got: "Em jî bang li Saziyên Mafên Mirovan dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Em jî destekê didin vê kampanyê. Divê hemû sazî û bi taybet jin ji bo vê dozê kar bikin. Em bi saya Rêber Apo gihiştine vê astê, ji bo wê divê em hemû xwedî lê derkevin."
Kampaniya îmzeyan berdewam e.
(cg/zt)