Civîna serjimêriyê li Til Temir jî hat lidarxistin

18:12

JINHA

TIL TELMIR - TEV-DEM’ê civînek ji bo serokên komînên bajêr li dar xist. Di civînê de ji bo serjimêriya hilbijartina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê nirxandin hate kirin.

Ji bo mijara serjimêriyê li Til Temir jî civîn hat lidarxistin. Civîn li navenda Saziya Malbatên Şehîdan ji bo hevserokên komînan hat lidar xistin. Di civînê de Hevserokên Meclîsa Gel a bajar Etûr Ishaq û Mihemed Seyîd Şêxmûs amade bûn û civîn birêve birin.

Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de hevserokê Meclîsa Gel a bajar Mihemed Seyîd Şêxmûs nirxandina li ser serjimariya ku li herêmê hatiye destpêkirin û li Til Temir jî dê pêk bê, kir. Mihemed Şêxmûs diyar kir ji bo hilbijartina sîstema federal Demokratîk a Rojava-bakûrê Sûriyê pêk bê, divê serjimarî were kirin û ev agahî da, "Piştî ku hazirtiyên avakirina sîstemê bidawî bibe, dê hilbijartin çêbibe. Di encam de ji bo ev sîstem rewa bibe, pêdivî bi hilbijartinê heye û cara yekem emê ber bi hilbijartinê ve biçin. Di vê hilbijartinê de dê tevahiya gel beşdarî bike. Di xebatên serjimartinê de jî dê bi hezaran kes erkdar be. Di herêma me de jî divê komîn û meclîs bi erka xwe ya dîrokî tevbigerin."

Welatiyên beşdari civînê bun jî bi pirs û nêrînên xwe derbarê serjimartinê de tevîbun. komisyona civînê bersivên pirsên wan dan û ji hevserokên komînan xwestin ku tevahiya komînan bixin nav xebatên serjimartinê.

(hs/zt)