Li Çêldêranê ji bo jinan amadekariyên kooperatîfê

09:01

JINHA

WAN – Şaredariya Çêldêranê û ÎŞ-KUR’ê bi hev re ji bo afirandina qada îstîhdamê atolyeyek tekstîlê projeya wê çêkiribûn. Lê bi vekişîna ÎŞ-KUR’ê re hat rawestandin. Hevşaredara Çêldêranê Suna Atabay, helwesta Îş-Kurê wek helwestek siyasî nirxand û got li dijî vê rewşê wê atolyeya tekstîlê biguherin kooperatîfê.

Li navçeya Çêldêranê ya Wanê Şaredariyê û Îş-Kurê bi hev re projeya atolyeya tekstîlê avakirin lê bi vekişîna Îş-Kurê re proje hat rawestandin. Projeya atoleyeyê nêzî salek berê amadekariyên wê temam bûn. Hevşaredara Çêldêrandê Suna Atabay têkildarî mijarê de agahî da û got di rewşa ku proje bikeve jiyanê wê piştgiriyeke girîng ji bo aboriya navçeyê çêbibe û got ew plan dikin ku projeya atoleyaya ku jin wê jin têde bixebitin, biguherin koperatîfê.Emê destpêkê bi 25 jinan destpê bikin û piştre vê hejmarê zêde bikin. Armanca me ya sereke eve ku em di qada tekstîlê de jinan bi xebateke hevpar re aboriya komunal ava bikin û hilberînên xebatê bifroşin. Ev jî wê piştgiriyek mezin bide îstîhdama jinê û aboriya navçeyê. Di vê esasê de me projeya xwe bi Îş-Kurê re kir hevpar. Armanca vê jî ev bû ku sîgorteya kursiyeran bê razan.”

Sunayê got bi zêdebûna êrîşa li ser şaredariyan re Îş-Kurê pirsgirêk derxistiye û heta niha hemû şaredariyan jî piştgirî dane xebatên bi vî rengî.

Sunayê bi lêv kir ku di mijara projeyê de armanca wan ne kare û got armanca wan eve ku jin di jiyan hevpar de hewcedariyên xwe peyda bikin. Sunayê got: “Di rojên pêş de emê xebatan bidin destpêkirin. Emê kursiyerên xwe bigihînin. Emê hilberînên xwe bifroşin. Emê ti astengiyên li pêş xwe nas nekin.”

(htk/hu)