Yên 10’ê cotmehê paqij kirin, gotin ‘meclîsê paqij’ nekin

09:46

Sibel Yukler / JINHA

ENQERE- Kesên di komkujiya 10’ê cotmehê de talîmata divê demildest qad û delîl bên paqijkirinê dan, destur nedan ku şopên êrîşa li meclîsê hatiye kirin bê paqijkirin û xwestin nîşanê welatiyan bê dayîn.

Piştî komkujî û karaetan ji bo başbûna pêvajoyê, rûhevhatin û şîra civakî ya herî girîng eve ku parastina warên hiş e. Lê ev rewş li welatên dema derbasbûnê zêde ne mumkune.

Li Tirkiyeyê tenê çend warê hiş yê divê hişê civakê biparêzên yên wekê Navenda Çand û Zanistê ya Sêwasê, Abîdeya Komkujiya Dêrsîmê (Dersîm 38), Muzeya Girtîgeha Ulucanlarê û Muzeye Şermê ya 12’ê Îlonê ye.

Rêya diçe warên hiş, herî zêde di parastina şopên hiş de derbas dibe. Rûhevhatina civakî, hesabdayîna bi paşerojê re û destpêkirina pêvajoya edeletê, bi parastina warên hiş pêkane.

Asfalta nû, rawestgeha nû, hîsa nehatiye jiyînê

Dema mirov li komkujiyên sala dawî de hatiye kirin dinêrin, bihêlin wareke hiş, ne mumkune ku mirov şopên komkujiyê jî bibînin. Piştî komkujiya 10’ê cotmehê li qada ku komkujî pêk hatiye di nava du rojan de hat paqij kirin. Asfalta nû hat raxistin, rawestgeh hatin nûkirin, tabeleyên nû hatin daliqandin û wekê ku karasetek li wir nehatiye jiyîn, nîşan dan. Vê rewşê di heman demê de piştgirî da ku delîl bên paqijkirin û tinekirin. Her wiha piştî komkujiyê nehatişin ku welatiyek cihê qadê bibîne.

Berdewamkirina jiyanê û windabûna hiş

Pêşiya parastina hişê civakî, rûhevhatin û hesabdayînê bi tinekirina hişê 10’ê cotmehê e girtin. Her wiha di roja duyemîn ya komkujî û karasetan de her nûbûnek windahiya hişê civakî diafirîne.

Piştî 10’ê cotmehê mexduran xwestin navê wê qadê bibe ‘Qada Ked, Demokrasî û Aştiyê.’ Lê rayedarên desthilatdarî û dewletê destur nedan vê. Mexduran jî bi însiyatîfa xwe ya sivîl abîdeya xwe çêkirin.

Li dijî abîdeya 10’ê cotmehê êrîş

Lê îro li dijî abîdeya ji bo bîranîna kesên di komkujiya 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hat avakirin, êrîş pêk hat. Abîde hat parçekirin û navê kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin parçekirin.

10’ê cotmehê paqijkirin, gotin meclîsê paqij nekin

Meclîsa di şeva 15’ê Tebaxê de di hewldana darbeyê de hat bombebarankirin hîna wisa ye. Piranî beşên meclîsê texrîb bûn. Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman jî xwest şop neyên paqijkirin û nîşanê welatiyan bê dayîn.

Kesên di komkujiya 10’ê cotmehê de talîmata divê demildest qad û delîl bên paqijkirinê dan, destur nedan ku şopên êrîşa li meclîsê hatiye kirin bê paqijkirin û xwestin nîşanê welatiyan bê dayîn. Careke din hat dîtin ku ne hişê civakî, hişê desthilatdariyê li pêş e.

Heman meclîsê, bi pirdengiya wekîlên AKP’ê lêkolînkirina komkujiyê jî red kiribûn.

(dk\hu)