'Em dixwazin li Nisêbînê qedexe bi tevahî rabe’

10:34

JINHA

MÊRDÎN- Li Nisêbînê Xanse Bulut ya 37 rojan di êrîşên qirkirinê yên ev 5 mehe pêk tên de li mala xwe ma û dema ji Nisêbînê derket jî rastî lêgerîna tazÎ hat û rastî îşkenceya zayendî hat. Xanse diyar kir ku di êrîşan de mala wê hilweşiyaye, hatiye wêrankirin û got: “Divê qedexe bê rakirin. Ne tenê li çend taxan divê li hemû Nisêbînê bê rakirin.”

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 14’ê Adarê de qedexeya derketina kolanê hat îlankirin û hêzên dewletê navçe talan kirin û wêrankirin. Li taxên ku êrîşên qirkirinê berdewam dikin de yek jê Kanika ye. Jina bi navê Xanse Bulut ya 58 salî ku li taxa Xanse dijî, 37 rojan di bodroma mala xwe de ma û têkoşîna jiyanê da.

‘Ez teslîm nebûm’

Xanse Bulutê diyar kir ku ji wê re gotine terorîst û ew tazî lêgerîn kirine û got: “Ezê vê gilî bikim. Li Nisêbînê qedexe hat destpêkirin ez 37 rojan şûnde derketim. Ez nexweş bû. bi tank û topan mala min xera dikin. Ez di bodruma mala xwe de dimam. Min telefona xwe da wan min ez dixwazim derkevim. Dema ji Nisêbînê derketim leşkeran ez tazî lêgerîn kirim. Îşkenceya wan hov bû. Li pêş gelek leşker û polîsan cilên min derxistin û tazî lêgerînkirin. Polîs got şortê xwe derxe. Min got qet dayika wan tine. Ez ji tazîbûna xwe şerm nakim. Ez teslîm nebûm. Min nexwest ez derkevim. Dema ji Nisêbînê derketim 2 rojan di bin çavan de mam.”

'Ez xaka xwe terk nakim’

Xanseyê bi lêv kir ku heta li taxê bû ji ber dengê tank û topan ranezaye û wiha got: “Teror Erdogane. Bi tank û topan xaniyê me hilweşandin. Zarokên me kuştin. Malbatên cenazeyên xwe nedîtine hene. Li ku ne, çawane nayê zanîn. Terorîstiya Erdogan kir kesî nekir. Ez 35 rojan di bodrumê de mal. Ma ez teror bûm ez derketim. Teror Erdogane. Emê ji bo mal, xak û Nisêbînê têkoşîna xwe bidomînin. Em li ser xaka xwe dijîn. Em doza xaka xwe dimeşînin. Ez dixwazim li ser xaka xwe bijîm.”

(ea-ce/hu)