Mirina Zozanê ya bi guman: Gotin kamera xerabeye û MOBESE nehat lêkolînkirin
11:14
JINHA
MÊRDÎN - Şukran Degîrmencî dayika Zozan Degîrmencî ya ku li ber derê mala wan cenaze wê hatî dîtin û birayê wê Abdullah Degîrmencî gotin ku mirina Zozanê bigumane. Malbatê diyar kir ku Zozan ne kesek ku jiyana xwe bi dawî bike û birayê Zozan wiha got: "Kamera camiyê hebû lê niha ji cihê wê hatiye jêkirin. Kamerayên cihên bûyerê nehatin lêkolînkirin, mi ji parêzeran xwest ku MOBESE werin lêkolînkirin. Ji merê gotin ji bo ku kamera piçûk em nikarin kamera lêkolîn bikin."
Hîn jî mirina bi guman a Zozan Degîrmencîya (19) ku li Mêrdînê jiyan dikir bê bersive. Cenazê Zozanê li Mizgefta Şeyh Mehmet Zirar hat dîtin. Malbatê diyar kir ku dibe ku Zozan hatîbe qetilkirin û xwestin ku kujêr diyar bibin. Dayika Zozanê Şukran got: "Keça min li berxwe dida û ji tu kesî neditirsiya, ne mumkune ku jiyana xwe bi dawî bike. Em li bênda rapora otopsînê û bila hemû saziyên jinan û parêzer piştgirî bidin me ji bo rapora otopsî zû derkevê."
'Ez bawêr nakim ku keça min jiyana xwe bi dawî kiribê'
Dayik Şukran diyar kir ku ew bawêr nake ku keça wê dawî li jiyana xwe anî be û wiha berdewam kir: "Moralê keça min xweşbû û tu pirsgirekên wên nebûn. Roja ku winda bû jî moralê wê xweş bû û heya ji mevanan re xwarin jî çêkir. Piştî hat got ' dayê ka 5 tl pere' û derketê derve. Min got dema ti hatî meqernayan bîne. Piştî ku nehat mal min li telefona we xist û telefon jî nema derket."
'Keça min ji tu kesî neditirsiya'
Dayik Şukran anî ziman ku keça wê bi kêyf û coş bû û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ez bawer nakim ku keça min dawî li jiyana xwe anî be. Dema ku winda jî bû bi kêyf bû û bi hevalên xwe re diaxivî. Mirina keça min bigumane. Keça min ji tu kes neditirsiya û têkoşêr bû. Ez bawer nakim ku jinêk wiha dawî li jiyana xwe bînê. Em li benda rapora otopsînê û em dixwazin ku rapor zû derkevê. Ji bo ku rapor zû derkevê me parêzer jî girt. Em li benda piştgiriya saziyên jina û parêzeran ê."
'Polîsan ji merê ne got me xwîşka te ditiye'
Birayê Zozanê, Abdullah Degîrmencî da zanîn ku dema wî ji bo Zozan bê ditîn serî li qerekola polîsan daye polîsan jerê gotiyê ' dibe ku piyê wê hatibê xejiqandin'. Li gorî şahidan saet di 08.00'an de cenaza xwişka min hatiyê dîtin û polîsan saet di 09.00 hatine cihe bûyêre. Cenazeya xwişka min saet li dora 08.00 anîne morga nexweşxanê lê polîsan tu agahî nedan me. Dema saet di 11.00'an polîs hatin mala me dîsa jî ji merê negotin cenazê Zozan hatiyê dîtin. Xizmekî me li me geriya û got 'li nexwêşxane cenezeyêkî jinêk jiyana xwe ji dest daye heyê' em bi vî rengî hînbûn ku cenazê Zozanê li nexweşxaneyê. Polîsan zanîbû ku cenazêyê xwîşka min li ku hatiyê dîtin. Lê bes ji me re nehat gotin. Li gorî gotinên dozger dema cenazeya Zozanê anînê nexweşxanê hîn xwîna wê germ bû."
Ekîba cihê bûyêre: Wêne bikişê û ji merê rebikê'
Birayê Zozanê bi lêv kir ku polîsan peywira xwe neanînê cih û ew bawer nakin ku Zozan dawî li jiyana xwe aniyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: Ji me re hati gotin ku Zozan di lata 12 metrêyan de ketiye û jiyana xwe ji dest daye Ez çûm cihê ku cenazê Zozan hatî dîtin tu latê 12 metrê tine bûn. Li cihê bûyêre têne qunikên cixara hebûn û piştî wê min agahî da polîsan min xwest ku ekîbên lêkolîna cihê bûyêre bên. Ekîbên cihên bûyêrên ji min re gotin 'ji me re wêne bikişînê û rêbike'. MOBESE hebûn lê nehatin lêkolîn kirin û heya kamera camiyê jî hebû lê gotin xirabêye. Me ji parêzaran daxwaz kir ku kamera bên lêkolîn kirin lê dîsa ev daxwaza me bê encam ma."
Abdullah diyar kir ku ew bawer nakin ku Zozanê dawî li jiyana xwe aniyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibê ku xwîka min ji ser banê mizgeftê jî hatibê avetin mirina xwişka min bigumane. Em li benda raporên otopsiyê ne û em dixwazin encamên otopsî zû bi dawî bibin."
(ea-ce/dt)