Konferansa SMŞ ya Mobata dawibû
12:57
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Di bin dûruşmeya 'Bi Ruhê Fedayî Yê Şehîdan Emê Civakeke Demokratîk Û Komînal Ava Bikin' Saziya Malbatên Şehîdan li navçeya Mobata ya Kantona Efrînê 5'emîn konferansa xwe lidar xist.
5'emîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li xwaringeha Kemrok ya naveçeya Mobata ya Kantona Efrînê di bin dûruşmeya 'Bi ruhê fedayî yê şehîdan emê civakeke demokratîk û komînal ava bikin' despêkir. Di Konferansê de endamên saziyê, malbatên kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe jidest dane, nûnerên Kongreya Star, Rêvebiriya Xweser, Asayişa Gel û saziyên civaka sivîl amadebûn. Konferans bi posterên kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe jidest dane û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, herwiha alên TEV-DEM, YPG-YPJ û saziyê hate xemilandin, fîşên 'Şehîd hêviya jiyanê ye û jiyan bi vê hêviyê geş dibe' û 'Şehîd ruhê berxwedanê ne' hatin daliqandin.
Di Konferansa bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkirî de Cigira Seroka Desteya Şehîdan a Kantonê, Şaziye Îbrahîm axaftina vekirinê kir. Şaziye cangoriyên şoreşê bi bîr anî û girîngiya lidarxistina konferansê anî ziman. Şaziya ji malbatan xwest ku li şopa lehengên xwe xwedî derkevin û got: "Serkeftinên ku îro em gihîştinê hemû encamên berxwedan û lehengiya şehîdên me ne."
Ser navê SMŞ ya Kantonê Xelîl Ehmed jî wiha axivî: "Rola têkoşeran di avakirina civakên azad de dîrokî ye. li Efrîn, Kobanê û Cizîrê destanên lehengiyê hatin nivîsîn."
Ji Rêvebiriya Xweser Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvî Mistefa jî 14'ê Tîrmehê bi bîr xist û di şexsê Mezlûm Doxan û Kemal Pîr de tevahiya pakrewanên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî. Hêvî destnîşan kir ku Tirkiye êrîşî gotistananan jî dike û wiha domand: "AKP li tirkiyê êrîşî goristanên şehîdên me dikin û gelê Kurd û muxalîfan qetil dikin. li dijî vê divê têkoşîna me hîna berfirehtir bibe."
Di berdewamiya konferansê de perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê rola pakrewanan di tevgera azadiya Kurd de ji hêla Hêzdar Xelîl ve hate xwendin.
Paşê rapora xebatê ya SMŞ ya navçeyê hate xwendin û nîqaş li ser desptê kir. Ji bo xebatên dema pêş nêrîn û pêşniyar hatin girtin. Di nîqaşê de rêvebira Kongreya Star a Kantonê Zelal Ciger nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku ew gav ber bi pêş ve diavêjin û di her naveçyekê de meclîsên SMŞ ava dikin. Zelal ev agahî jî da ku dê di 15'ê Tebaxê kongreya SMŞ ya Kantonê lidar bixin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, hilbijartin hate kirin ji bo avabûna meclîsa SMŞ ya navçeyê. Di meclîsa ku ji 15 kesan pêk tê, dê ji nav wan jî hevserok werin hilbijartin. Di hilbijartinê de 7 jin jî di meclîsê de cih girtin.
Konferans bi dûruşmeyên 'Şehîd Namirin' bi coşeke mezin bidawî bû. SMŞ dê li tevahiya navçeyên Kantonê konferansa xwe çêbike û di dawiyê de jî dê konferansa giştî ya kantonê lidar bikeve.
(rê/zt)