'Dê tewanbar di Dadgeha Gel de werin darizandin'

13:40

JINHA

EFRÎN - Rêxistin û saziyên jinan li Kantonê rêzecivînên ji bo agahdarkirina civakê di derbarê tewanê kuştina jinan de li dar dixin. Hate diyar kirin ku dê kesên tewanê kuştina jinê pêk anîne li pêşberî gel werin darizandin.

Ji ber zêdebûna tewanê kuştina jinan li Kantona Efrînê, rêxistin û saziyên jinan di hefteya borî de bi awyeke lezgîn civînek nirxandina rewşê li dar xistibûn û rêbazên pêşîgirtina vê tewanê mirovahiyê nîqaş kiribûn. Li gor vê yekê rêxistinên jinan gihîştin biryara ku li tevahiya herêmê ji bo agahdarkirina civakê û pêşîgirtina tiştên ku wek sedema kuştina jinan tê nîşandayîn ji gel re civîn çêkin. Civîna duh êvarê jî bi tevlîbûna taxên El Mehmûdiyê, El zêdiyê û Qada Azadiyê çêbû. Di civînê de tevlîbûneke berfireh a niştecihên taxan jî hate çavdêrî kirin. Di civîna ku bi deqîqeyeke rêzgirtinê depstpêkir de sînevîzyonek di derbarê kuştina jinan di bin navên cuda de tê kirin, hat nîşandayîn. herwiha dîmenek di derbarê têkoşîna azadiya jinê ya di tevgera azadiyê de hate mêzekirin.

Ji Kongreya Star Bêrîvan Zîlan li ser mijarê nirxandineke berfireh kir û got: "40 sale jinên Kurd di nav têkoşîna azadiyê de li dijî zihniyeta desthilatdar a zilam di nav têkoşîneke mezin de ye. Di vir de li dijî zihniyeteke 5 hezar salî berxwedan heye. Ev jî bi perwerde û xwe rêxistinkirinê pêş ketiye. Lê şoreşa rojava xwe dispêre şoreşa zihniyeta azadî û wekheviyê. Emê têkoşîn bikin ji bo ev têgeh dubare bi awayeke rast were fêmkirin û divê gelê me, jin û zilamên Kurd baş bizanibin ku namûs tê çi wateyê û mirov dikare çawa bibe xwedî namûs."

Bêrîvanê girîngiya perwerde û xwe zanekirinê li dijî mentiqa şaş a desthilatdariya zilma jî bi bîr xist û wiha dom kir: "Em dixwazin ev kesên tewanê kuştina jina pêk anîne, li pêşiya gel werin darizandin. Ji niha û şonde wê darizerê kuştina jinê gel be û gel biryara kujeran bide."

Civîn bi nirxandina gel a di derbarê mijarê de dawî bû.

Bi heman armancê li naçveya Cindirêsê ya Kantonê Kongreya Star jî civînek çêkir. Di vê civînê de jî jin û zilam bi berfirehî beşdarî kirin. di civîna ku endama Rêvebir a Kongreya Star Zelal Ciger birêve bir de pirsgirêkên ku rê li ber şîdet û kuştina jinê vedike hatin destgirtin. Di civînê de hate xwestin ku jin û zilam ji bo pêşxistina jiyaneke hevbeş û wekhev xwe perwerde bikin û li dijî nêzîkatiyên zilamsalar ên ku kuştinê ji jinê re rewa dibîne, têkoşîneke hevbeş pêş bixin.

(fd/en/zt)