Desteya Jinê ji bo danasîna Zagonên Jinê hevdîtinan dike

13:40

JINHA

QAMIŞLO - Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê serdana Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê û Mekteba Karê Olî ya Amûdê kir û ji bo avakirina têkîlî û pêwendî di derbarê xebatên danasîna Zagotnên Jinê hevkarî xwest.

Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê di demên borî de diyar kiribû ku ewê di çarçoveya danasîna Zagonên Jinê di bin dûruşmeya 'Têkoşîna me ji bo bidesxistina mafê me berdwam e' xebatên danasîna zagonan û taybet pêşîgirtina zewaca temenê piçûk û pirzewaciyê bidin meşandin. Deste bi rêxistin û saziyên li Kantonê jî hevdîtinan pêk tîne û ji wan di vê barê de hevkariyê dixwaze. Desteya Jinê li ser vê bingehê serdana Navneda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê û paşê jî serdana Mekteba Karên Olî yên Amdûdê kir.

Di serdana Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê de ku cigirên Seroka Desteya Jinê, Jînda Elî, Emel Gewriye û Evîn Qefûr bi navê Desteyê amade bûn. Jînda Elî di derbarê xebatên Desteyê ji bo danasîna Zagonên Jinê agahî da û diyar kir ew li bajar, tax û gundan di vê barê de civîn û semîneran çêdikin. Jînda Elî ji Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê jî xwest ku wek rêxistineke jinan di vê mijarê de bi hişyarî tevbigerin û bi Destya Jinê re di nav pêwendî de bin.

Heyetê serdana xwe li Mekteba Karê Olî ya Amûdê dewam kir. Hevserokê Mekteba Karê Olî Ezîze Xenafiz û Efram Şemûn, herwiha rêvebirê Mektebê Şêx Mihemed El Qadirî di hevdîtinê de amade bûn. Li wir jî xebatên ku Desteyê di mijarê de daye destpêkirin hate vegotin. Emel Gewriye ser navê Desteyê axiv û da zanîn wan hemleya 'Têkoşîna me ji bo mafê me berdewam e' daye destpêkirin. Emel ji Mekteba Karên Olî xwest ku ew jî rola xwe ya agahkirina civakê li ser bingeha ku Zagonên Jinê were fêmkirin û qebûl kirin bileyîzin.

Şêx Mihemed El Qadirî jî îşare bi kevneşopiyên civakî kir û da zanîn ku hîna bandora vê li ser civakê heye, lewma hinek zehmet e ku bi yekcar ev xalên we diyar kirine, di serî de jî qedexebûna pir-zewacî û zewaca di temenê piçûk de were qebûlkirin. Encex bi awayeke dane fêmkirin ku ew jî dem dixwaze ev zagon bikaribe rûnê."

(bk/en/zt)