Kongreya Star Hevpeymana Civakî nîqaş kir
13:41
JINHA
EFRÎN – Lijneya Hevpeymana Civakî û Komîteya Rêvebir a Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava Bakûrê Sûriyê bi Kongra Star re civiyan.
Lijneya Hevpeymana Civakî û Komîteya Rêvebir a Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava Bakûrê Sûriyê li Salona Şehîd Rûken bi endamên Kongreya Star re civînek lidar xistin û li ser Hevpeymana Civakî nîqaş kirin. Civînê bi axaftina endama Lijneya Hevpeymana Civakî Rohilat Arif destpê kir.
Rohilat diyar kir ku em hewl didin Hevpeymana Civakî li ser rêgezên Sûriyeyeke Demokratîk ku tê de wekhevî û mafên tevahiya gel, bawerî û çandan were nasîn amade bikin û got: “Bi vê armancê reşnivîsek hatiye amadekirin. Em ji tevahiya gel dixwazin ku nêrînên xwe li ser reşnivîsê bînin ziman."
Rohilat da zanîn ew hewl didin ku di sîstema xwe ya Federal Demokratîk de mafê tevahiya gel, jin û pir-rengiyên civakê biparêzin û wiha domand: "Di serî de jî em dixwazin jin mafê xwe yê ku di qadên jiyanê de azad be, bidest bixe."
Paşê Seroka Desteya Karê Civakî Erîfe Bekir reşnivîsa Hevpeymana Civakî xwend. Li ser reşnivîsê nîqaş hate destpêkirin. Jinan nêrînên xwe di derbarê reşnivîsa Hevpeymana Civakî û pirsên xwe anîn ziman.
Civîn bi bersivdayîna pirsan ji hêla Rohilata Arif ve bi encam bû.
(fr/hs/zt)