Li Hesekê 1. Meclîsa Jinê ya Aborî hat avakirin
14:09
JINHA
HESEKÊ - Yekemîn Meclîsa Aborî ya Jinê ya bajar, di bûnyeya Kongreya Star de ava bû.
Komîteya Aborî ya Kongreya Star li bajarê Hesekê li navenda Komîna Şehîd Felek taxa Miftî, civînek lidar xist û di civînê de Yekemîn Meclîsa Aborî ya Jinê ya bajar hate avakirin. Civîna ku bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, hate destpêkirin, ji hêla endama Komîteya Aborî ya Kongreya Star Delal Efrîn ve hate birêvebirin.
Di civînê de Delal girîngî û rola avakirina meclîsa aborî ya jinê anî ziman û got: "Jin dikare aboriya xwe ya xweser ava bike da ku di civakê de hîna aktîf bibe. Emê bi vê meclîsê re pêngavên giring biavêjin." Delal ji jinan xwest ku xwe di warê aborî de pêş bixin û di nav Meclîsa Aborî ya Jinê de jî ciheke berfireh bigrin.
Di dawiya civînê de hilbijartin hate çêkirin û 5 kes wek endamên Meclîsa Aborî ya Jinê hatin diyar kirin. Navên kesên bûn endamên meclisê wiha ye: Emel Mihemed, Şanî Îsmaîl, Edîbe Şemo, Neşmiye Fetah û Rojîn Mihemed.
Civîn bi çepik û tîliliyên jinan dawîbû.
(ee/en/zt)