Nûçegihanê DÎHA yê Nurî Akman serbest hat berdan

14:15

JINHA

MELETÎ - Nûçegîhanê DÎHA'yê Nurî Akman, di rûniştina yekemîn a li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran serbest hat berdan.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Nûrî Akman di 2'ê Sibatê de ji ber lêpirsîna ku der barê wî de hatibû vekirin ji bo îfade bide çû edliyeyê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin. Nurî li Tîpa E ya Meletiyê girtî bû îro li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê derket peşberî dadger. Nurî, piştî parastin kir serbest hat berdan.

(zt)