KJA:Divê derfetê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê

14:24

JINHA

AMED – KJA’yê diyar kir ku têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de fikarên wan hene û ji ber vê jî divê hevdîtin pêk bê. KJA’yê got: “Heta hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk neyê û fikarên gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk ji holê ranebin, emê bi saziyên jinan, pêkhateyan re deng, helwest û çalakiyên xwe bilind bikin.”

Kongreya Jinên Azad (KJA) têkildarî hewldanên darbeya 15’ê Tîrmehê û geşedanên siyasî de daxuyaniyek nivîskî da. KJA’yê diyar kir ku Tirkiye ti car evqas neketibû tarîtiyê û got darbeya leşkerî û sivîl di nava hev de derbas dibe û got ji şerê desthilatdariyê re zemîn tê çêkirin û derfetên demokratîkbûnê tine tê hesabandin û kaos tê tercîhkirin.

KJA’yê wiha berdewam kir: “Tê fêmkirin ku kaosek tê tercîhkirin. Ya bi kaosê tê tercîhkirin eve ku şerê qirêj veşêrin, derfetên çareseriya demokratîk tine bikin û di esasa mexduriyetê de serokkomar xurt bikin. Piştî hewldana darbeyê hat çewisandin şûnde, helwesta serokkomar li dijî Kurdan, girseyÊn demokratîk û derfetên çareseriyê girtiye me dike nava fikaran. Di vê mijarê de em ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah bi fikarin. Di vê pêvajoya ku pirsgirêka Kurd çareser nebûye de, bi dehan carî hişyariya darbeyekê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin.

'Divê derfetê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bê’

Tirkiye bi saya çareseriya pirsgirêka Kurd dikare ji sîstematîka derbeyê xilas be. Ji ber vê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û rêbazên siyaseta aştiyane pêk bên. Lê bersivên hikûmet têkildarî Birêz Ocalan de dide fikaran zêde dike. Encamên van fikaran nayê texmînkirin jî. Di vê esasê de divê hikûmet demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike û daxuyaniyên ku gelê Kurd tatmîn dike pêk bîne. Heta hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk neyê û fikarên gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk ji holê ranebin, emê bi saziyên jinan, pêkhateyan re deng, helwest û çalakiyên xwe bilind bikin.”

(gc\hu)