TUHAD-FED: Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan bê rakirin

14:40

JINHA

AMED –Piştî hewldana darbeyê xizmetên girtiyan ji ber rewşa Rêberê PKK’Kê Abdullah Ocalan û girtiyan ketin fikaran û diyar kirin ku divê hevdîtina bi girtiyan re bê pêkanîn û tecrîd bê rakirin.

Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde di mijara ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de fikar zêde bûn û tê xwestin ku hevdîtin demildest bê pêkanîn. Lê ji hewldana darbeyê û şûnde ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî agahî nayê girtin. Parêzerên xwestin bi girtiyên siyasî re hevdîtin pêk bên hatin astengkirin û her wiha hevdîtin û axaftin bi telefonan jî hat astengkirin. TUHAD-FED’ê têkildarî mijarê de daxuyaniyek da û hevserokê wê li di daxuyaniyê de axivî û got Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hişyar kiribû ku wê darbeyek çêbibe.

'Tecrîd li gelê Kurd jî pêk tê’

Mehmet diyar kir ku hikûmeta AKP’ê encamên hilbijartina 7’ê hezîranê qebûl nekiriye û darbeya siyasî xist dewlerê û di encama vê de hevdîtina bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat birîn û tecrîd li ser gelê Kurd jî pêk hat. Mehmet bi lêv kir ku bi darbeya ku xistine jiyanê re bi leşkeran re lihevkirinên nû hatin kirin û Kurdistan ji aliyê leşkerên hewl dan darbeyê pêk bînin ve hat wêrankirin. Mehmet diyar kir k udi encama vê tifaqê de bi hezaran ciwanên Kurd hatine qetilkirin û ji mîlyonekî zêdetir mirov hatine koçberkirin.

Mehmet di berdewamiyê de got ew wek malbatên girtiyan li dij darbeyê ne û got yekan rêya çareseriyê rêbaza demokratîke û got yekane çareserî ji xweseriya demokratîk derbas dibe. Mehmet bi lêv kir ku ji bo xweseriya demokratîk bikeve jiyanê divê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî.

(be-mm/hu)