Gotin ‘hun hemu teroristin’ û Surmiye qetilkirin
15:24
JINHA
COLEMÊRG - Jina 55 salî ya li gundikê Xirvatê ya Geverê li ber çavên hevjîn û kurê wê 5 deqan ji hêla leşkeran ve hat gulebarankirin û qetilkirin.
Jina bi navê Surmî Înce ya li gundika Xirvatê ya navçeya Gevera Colemêrgê rûdinê, dema dixwest ji bo hevjîn û zarokên xwe yên li herêma Hêratun gîha didirûn taşê bibe, ji hêla leşkeran ve hatibû gulebarankirin. Geşedanên der barê kuştina Surmî de zelal bûn. Li gorî agahiyan leşkerên ji maşînê peya bûn, qasî 5 deqeyan Surmî, hevjînê wê Hasan Înce (58), kurê wan Ahmet (17), Îsmaîl (30) û bûka wê Asya Înce (25) dane ber guleyan. Li gori nûçeya DİHA yê Şahidên buyerê dan zanîn Surmî bi yek guleyî ketiye erdê, wan jî xwe bi zorê rizgar kiriye.
'Hûn hemû terorîst in'
Hevjînê Surmî, Hasan Înce der barê buyerê de agahî da û da zanîn ku wan berê jî dema gîha didirût bi êrîşa leşkeran re rû bi rû diman û ev tişt got: "Navbera me û rê 15-20 metre bû. Ji nişkêva 2 maşînên leşkeran hatin û li gel me rawestiyan. Qasî 7-8 kesan bûn. Li gel wan jî fermandarê qereqolê yê ku ez paşnavê wî nizanim Muharrem hebû. Ji me re got 'hûn hemû terorîst in' û fermana gulebaranê da."
'Beyî ku alîkarî bikin çûn'
Hasan got ku li ser êrîşa leşkeran wan xwe avîtiye erdê û wiha pêde çû: "Di wê demê de hevjîna min kir qêrîn. Min jî di wê demê de xwest alîkariyê bikin. Beyî ku alîkariyê bikin ji helêmê veqetiyan, tu tişt negotin. Dê her du destê min di pêsîra fermandar Muharrem de be. Xwedê vê yekê li gel wî nehêle."
Îsmaîl Înce yê dayika wî li ber çavên wî hat qetilkirin, tiştên jiyan kiriye bi van gotinan anî ziman: "Me dîha didirût. Leşkeran jî em didîtin. Di navbera me de tenê 20 metre hebû. Beyî ku tiştekî bêjin em gulebarankirin. Ji xwe di guleya yekemîn de dayika min ket."
(zt)