Li Til Temir civîna Kongra Star

18:04

JINHA

TIL TEMIR - Kongreya Star ji bo nirxandina xebatên xwe yê 3'ê mehan civîneke berfireh li dar xist.

Kongreya Star civîna xwe ya asayî ya nirxandina xebatên sê mehan li xwaringeha Xeymê ya bajar pêk anî. Di civîna ku rêvebir û endamên Kongreyê û nûnerên sazî û rêvebirên komînên jinan jî amade bûn, seroka Kongreya Star Evîn Swêd û endama Kordînasyonê Leyla Metîn jî beşdarî kirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Paşê rapora 3'ê mehan ya kar û xebatê ji aliyê rêveberiya Kongra Star a bajar Gulîxan Tahir ve hat xwendin.

Piştî xwendina raporê, belgeya li ser rêziknameya hevserokatiyê ku ji hêla Kordînasyona Kongreya Star ve hatibû amadekirin, ji aliyê rêvebira Kongra Star Çinar Yûsuf ve hat xwendin. Di berdewama civînê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebatê hat bidest girtin.

Di nîqaşan de hate diyarkirin ku jin divê li hêza xwe xwedî derkeve, xwe pêş bixe, li kar û xebatê xwe xwedî derkeve. Herwiha hate ziman ku divê ji hemû jinan re bibin alîkar û wan birêxistin bikin.

Seroka Kongreya Star Evîn Swêd jî got: "Em niha di merheleyeke hesas re derbas dibin, planên cûda li ser herêmên Kurd tê kirin, polîtîkayên qirêj li ser gel didin meşandin. Ji qirkirina çandî heya qirkirin û perçiqandina hêza jinê êrîşên berfireh li ser gelê me heye. Ji ber vê jî divê em hemû bibin destek û bi hevre van planan vala derxin û jiyaneke azad û wekhev bidin jiyîn."

Di dawiya civînê de plansazî derket û xala ku hate destnîşankirin giranî ji xebatên rêxistinkirina komînên jinê re were dayîn.

Civîn bi dûruşmeya 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.

(sş/ja/zt)