Xelatên çapemeniyê yên Musa Anter despêdike
08:40
JINHA
AMED - Serlêdana Xelata Şehîdên Çapeeniya Azad û Musa Anter dest pê kir. Şartnameya Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter ya sala 2016'an diyar bûn.
Cemîyeta Rojnamegerên Azad îsal 24'emîn Xelatên Musa Anter û Şehîtên Çapemeniya Azad pêk tîne. Saziyên çapemeniyê di çarçoveya kevneşopiya Çapemeniya Azad de ji bo bîranîna şehîtên çapemeniyê û serkeftina rojnamegeriya azad ji sala 1993'an heta niha her sal pêşpirka xelatên Musa Anter û Şehîtên Çapemeniya Azad pêk tîne û xelatan dide rojnamegerên serkeftî. Cemiyeta Rojnamegerên Azad îsal 24'emin xelata şehîtên çepemeniya azad pêk tîne. Xelat dê bi kurdî û tirkî pêk bê. Xelat dê di şaxên nûçeyên Kurdî, Tirkî, nûçeyên Jinê ya Gurbetellî Ersoz, Dîmen, Wêne, Karikaturan de bi giştî di 6 şaxan de pêk bê. Kesên beşdarî xelatê bibin divê berhemên xwe yên piştî 10'ê Îlona 2015'an hatine weşandin bişînin. Serlêdana xelatê heta 10'ê ÎLona 2016'an didome. Yên xelat qezenç kirine dê di 20'ê Îlona 2016'an de navê wan diyar bibe. Merasima xelatê dê di 24'ê ÎLona 2016'an de pêk bê. Ji bo kesên beşdarî pêşbirgê bibin şert û merc wiha ye:
Cemiyeta Rojnamegerên Azad her sal bi navê, "Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter" pêşbirkê li dar dixe.
* Pêşbirk bi zimanên kurdî û tirkî tê li darxistin.
* Pêşbirk di 6 kategoriyên wekî; 'Nûçeyên Kurdî", "Nûçeyên Tirkî", "Nûçeyên Bi Dîmen", "Wêne", "Karîkatûr" û 'Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz' de tê lidarxistin.
* Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Ku jurî guncaw bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.
* Beşdar di kategoriyekê de herî zêde dikare bi berhemekî beşdar bibe.
* Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî liber çavan bên girtin û wisa bên kirin.
* Xelata kategoriyên Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz, Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirkî, Nûçeyên Bi Dîmen, Wêne û Karîkatûrê 5.000 TL ye.
*Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û girêdayî destûra cemiyetê dê bi karibe bên weşandin.
*Divê berhem herî dereng di 10'ê îlona 2016'an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 20'ê Îlona 2016'an de bên aşkerakirin. Xelat dê bi merasîmeke ku di 24'ê Îlona 2016'an de bê li darxistin bên dayîn.
* Pêwiste ku berhem bi rêya APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bên şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, birêyek din hatineşandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.
Şertên tevlîbûnê
* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.
* Endamên juriyê (sala dilijneyajuriyê de bin) û rêveberên Cemiyeta Rojnamegerên Azad ên bihilbijartinê hatine ser kar nikarin tevli pêşbirkê bibin.
* Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10'ê Îlona 2015'an hatibin weşandin.
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de hatine pêşandan lê xelat û mansiyon negirtine jî tevli pêşbirkê bibin.
* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafêxelat, mansiyon û pêşandanêgirtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.
* Ger beşdar berhema ku aydîwî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn.
*Hemû beşdar ku berhemên xwe bi şînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin.
* Ku berhem nehatibeweşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirinawê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV'a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.
* Beşdar di vî forma serlêdanê (yên formêneşînin divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin navdosyayê) ya di nav nişana www.ozgurgazetecilercemiyeti.org dagirin û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê.
* Beşdar dikarin berhemên xwe piştî îlankirina pêşbirkê bi rêya postayê bi awayek çapkirî û an jî di hawira dijîtal (CD/DVD/FLAŞ DÎSK) de, herî dawî heta10'ê îlona 2016'an seat 17.00'an bişînin navnîşanên hatine kifşkirin.
Şertnameya teknîkî
Nûçeyên Kurdî
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.
*Pêwiste nûçewekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.
NûçeyênTirkî
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.
*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.
Nûçegihaniya jinê ya Gurbetellî Ersoz
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.
*Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.
Nûçeyên bi dîmen
*Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.
*Beşdar berhema xwe ya vê beşê bi hawira dîjîtal (CD/DVD/FLAŞ DÎSK) amade bike, agahiyên wekî; mijara berhemê, dîroka amadekirinê, TV an jî malpera ku hatiye weşandin li ser zêde bikin û wisa bişînin pêşbirkê.
Wêne
* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.
Cih û dema kişandinê û navê nûçeyê bê nivîsandin.
* Divê berhemên di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha be: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.
* Ku jurî pêwistî bibine, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.
* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (jibilîronahî, reng û eyarênkontrastê) hatiye xirab kirin dê liber çavan neyên girtin.
Karîkatûr
* Pêwist e ku li ser guncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.
* Xêzkerdibikaranînateknîkê de serbest e. Lêdivêberhemeorjînal be. Bişertêkuhunermendîmzebike (îmzeyaşil) dikareberhemêndijîtaljîbişîne.
* Pêwist e kuebadênkarîkatûrê A4 (21×29.7cm) herîzêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divêberhemli ser tu zemînannehatibezeliqandin.
Lijneya bijartinê
Juriya nûçeyên kurdî
Hatîce Kamer, Zehra Tunç, FehîmIşik, Ramazan Olçen, Ertuş Bozkurt
Juriya nûçeyên tirkî
Ayşe Yildirim, Kumru Başer, Tuğrul Eryilmaz, Fatîh Polat, Huseyîn Aykol
Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz
Ayşe Duzkan, Berat Gunçikan, Burcu Karakaş, Mekiye Gorenç, Semîha Alankuş
Juriya nûçeyên bi dîmen
Ayşenur Arslan, Banu Guven, GokhanBîçîcî, Zeynel Dogan, Hamdî Akyol
Juriya wêneyan
Kamîl Firat, Sebatî Karakurt, Ramazan Ozturk, Murat Sezer, Çetîn Altun
Juriya Karîkatûran
Semra Can, Gulay Batur, Kemal Gokhan Gurses, Dogan Guzel, Halîl Încesu
Forma serlêdanê
Navnîşan
Cemiyeta Rojnamegerên Azad
Taxa Peyasê Kolana Hejmar 249 No: 17 Peyas/Amed
Özgür Gazeteciler Cemiyeti
Peyas Mah. 249 Sok. No:17 Kayapınar-Diyarbakır
PosteyaElektronîk:
ozgurgazetecilercemiyeti@gmail.com
ogcogcem@gmail.com
Navnîşana Web:
ozgurgazetecilercemiyeti.org
ozgurgazetecilercemiyeti.com
Telefonên Têkiliyê
Hakki Boltan: 0507 214 80 69
Nevîn Erdemîr: 0552 228 52 30
*Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter ji sala 1993'an vir ve ji aliye saziyên çapemeniya azad ve tên dayîn, dê îsal jî xelatji aliye Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve werin dayîn.
(zt)