Di teqina Nisêbînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest da

08:42

JINHA

MÊRDÎN – Duh li taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbînê di malekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de jina bi navê Heyhat Mujde û keça wê Saadet Mujde jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Yenîşehîrê ya Nisêbîna Mêrdînê malbata Mujde dema duh çûn alavên xwe ji malê derxin teqîn pêk hat. Di teqînê de Dayika 43 salî Heyhat Mujde û keça wê ya 19 salî Saadet Mujde jiyana xwe ji dest dan. Cenaze hêj li taxê tên rawestandin. Polîs destûr nade welatî têkevin taxê.

(zt)