Jinên Hesekê zewaca zarokan nirxandin
09:02
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Jinên bajar zewaca temenê biçûk a jinê wek xirabûn û wendabûna kesayetê nirxandin û gotin: "Bi zewaca temenê biçûk re jin ji zarokatiya xwe mehrûm dimîne."
Zewaca di temenê biçûk de ziyanek mezin li psîkolojî, fîzîk û kesayeta jinê dike. Jinên bajarê Hesekê jî zewaca di temenê biçûk de nirxandin.
Rêveberiya Karê Jinê di Şaredariya Gel de Mehabat Hesen Sedo ji bo zewaca zarokan got: "Zewaca di temenê biçûk de bi xwe re êşên mezin tîne. Lê gelê me li gor berê di vê mijarê de hinek şiyar bûye. Dîsa jî bûyerên wiha nexweş diqewimin. Takekes heya 16 salî hîna zarok e. Dema di van temenan de dizewicin pir êşên giran dijî. Jin li mala ku diçe maleke din, di aliyê rûhî û bedenî de pirsgirêk dijî. Ev dibe sedema berdanê jî."
'Şaşitî bi xwe re şaşitiyê tîne'
Mehabat zewaca zarokan wek şaşitî nirxand û wiha domand: "Zarok hîna mezin nebibe, ji malekê biçe maleke din û berpirsyariya dayiktiyê hilgire, bandoreke xirab dijî. Divê gelê me bizanibe şaşitî bi xwe re şaşitiyê tîne. Lewma divê zarok di temenê biçûk de, bi taybet jî keç neyên zewicandin."
'Jin di bin berpirsyariya malbatê de difetise'
Endama Şaredariya Gel a Hesekê Evîn Dawûd jî got: "Zewac ji 18 salî kêmtir şaş e. Ji ber hîna takekes zarok e û hîna pir tiştên ku derbarê xwe de biryar bide, an jî nêrîneke wê derkeve pêş kamil nebûye. Zewac bixwe berpirsyarî dixwaze. Jina ku di temenê piçûk de dizewice li jêr berpirsyariya madî û menewî ya malbatê difetise. Hin kes ji ber derfetên madî jî bi temenê piçûk dizewicin an jî tîne zewicandin. Hinek malbat jî bi hinceta ku keça wan çiqas zû bizewice ewqas baştire, wiha dikin."
Evîn yek ji sedema zewaca temenê biçûk ku di nav ciwanan de pêşketiye bandora fîlm û rêzefîlmên hindî, tirkî û biyanî bi nav dike û wiha dom kir: "Di van rêzefîlm û fîlman de zewac tê teşwîqkirin û zarok di temenê piçûk de jê bandor dibin. Bê ku ferq bikin barê giran a vî karî, biryar didin û paşê jî pir poşman dibin."
Evîn di dawiyê de jî ji malbat û ciwanan xwest ku li bermaberî zewaca temenê biçûk hişyar nêzîk bibin û jiyana xwe û ya zarokên xwe bi biryareke wiha şaş neherimînin.
(en/zt)