'Xeyalên 33'ê ciwanên şoreşger li Kobanê jîndar dibe'

09:03

Binevş Sarya/JINHA

KOBANÊ - Ji bo xeyalên ciwanên şorşger ên ku li Pirsûsê di komkujiyê de hatin qetilkirin, pêk bên li Kobanê daristan, dibistan û baxçeyên zarokan têne avakirin.

Ciwanên şoreşger ên SGDF, ESP û MLKP ku di çarçoveya kampanya ji nûve avakirina kantona Kobanê derbasê Bakûrê Kurdistanê navçeya Pirsûsê bibûn û dixwestin werin Kobanê, ji zarokên ku ji ber şerê giran ê Kobanê, derûniya wana bandor bibû re pêşerojeke xweş damezirin, di baxçeyê Navenda Hunerê ya Amara de bi awayeke dij-mirovî bi hevkariya DAIŞ-AKP di teqîneke mezin de jiyana xwe ji dest dan. Di vê teqînêde 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, ji 100 zêdetir jî birîndar bûn. Rêhevalên wan jî piştî komkujiyê soz dan ku xeyalên hevalên xwe pêk bînin. Li Kobanê ne tenê ciwanên şoreşger di heman demê de jinên ciwan û mamoste jî soza pêkanîna xeyalên ciwanên şoreşger dan. Bi armanca pêkanîna xeyalên wan li kobanê daristan hatin çandin, dibistan ji bo zarokan bi zimanê wan hate vekirin û di 17'ê Tîrmehê de baxçê zarokan hate vekirin. Mamosteyan ji ajansa me re pêvajoya pêkanîna xeyalên ciwanên şoreşger anîn ziman.

Mamosteya zimanê Kurdî Rodîn Mihyedîn wiha axivî: “Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta 22 ciwanên şorşger, em wan bi bîr tînin û bejna xwe li pêşberî wan ditewînin. Daxwaza hatina ciwanên şorşger ew bû ku werin Kobanê ji nû ve ava bikin. Ji xwe dûruşmeya wan a ku di bin de kombibûn jî wiha bû 'Me kobanê bi hev re parast, emê bi hev re jî ava bikin'. Li ser vê bingehê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Dema derketin rê jî di destên wan de çek û tifing tunebûn. Di çantên wan de pêlîstokên zarokan hebû. Daxwaza wan ew bû ku werin li vir zarokan perwerde bikin û ji nû ve Kobanê avabikin. Lê faşîzima AKP'ê xwe li xeyalên wan ranegirit û xwestin xeyalên wan di nîvî de bihêlin. Lê bila baş bizanibin ku faşîzmê nekarî xeyalên hevalên me di nîvco de bihêle. Niha li Kobanê me li ser daxwaza wan dibistan vekirine, em zarokên Kobanê li gor daxwaz û xeyalên Ciwanên Şorşger perwerde dikin. Vê gavê jî ji boyî bîranîna wan me li girê Kaniya Kurdan a bajar dar çandiye. Sedema ku li vir darstan hatî çandin jî ew ku gir tam pêşberê Pirsûsê ye. Çendî desthilatdar nehîştin hevalên me werin vir jî, lê li şûna wê, me daristan û gelek berhemên din çêkirine da ku em bikaribin xeyalên wan pêkbînin."

'Di xeyalên wan de rûkeniya zarokan hebû'

Rodîn di dewama gotinên xwe de bal kişand ser daxwazên Ciwanên Şorşger û got ku ew ê kenê zarokan dubare geş bikin û wiha dom kir: “Şerê ku li Kobanê çêbû kenê li ser lêvên zarokan da wendakirin. Wan ciwanên şorşger dixwestin werin carekdin kenê ku hatiye wenda kirin ji nûve bizivirînin û li vir, bi şûna rondikên çavan, kenên li ser ruyê zarokan geş bikin. Daxwaza AKP'ê jî ew bû ku kes nikaribe piştgiriya şoreşa Rojava bike. Ji ber wê her kesê ku berê xwe da şoreşê kirin hedefa êrîşên xwe. Lê wan nekrî li tu derê hestên mirovahî tune bikin. Em jî îro wek mamosta hewl didin ku xeyalên wan ciwanan pêk bînin û zarokên Kobanê bi çanda azadî perwerde bikin."

'Zarok bi xeyalên 33'ê ciwanan mezin dibin'

Mamosteya zimanê Kurdî Rûken Êto jî bal kişand ser daxwaz û xeyalên ciwanên şoreşger û wihan pê de çû: “Di serî de ez kesên ku komkujî pêkanîne lanet dikim û kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane jî bi bîr tînim. Li ser bingeha ku emê bi hev re Kobanê ava bikin ketibûn rê. Her çendî ev hevalên me negihîştin Kobanê jî, lê bila dilê wan rehet be ku em li vir hewl didin xeyalên wan pêk bînin. Em soz didin wan ku em zarokan li ser şopa wan perwerde bikin. Çawa wan dixwastin rûyê zarokên Kobanê bikenînin, emê jî hewl bidin ku ew kenên di rûyê zarokan de cemidîne careke din geş bikin û pêşeroja zarokan wê bibe damezirandina jiyanê. Daxwaza wan ew bû ku zarok ji qadên perwerdê qut nebin. Niha li Kantona me bi dehan cihên perwerdeyan hatine vekirin. Ji zarokan hetanî kesê herî bitemen, ji herkesê re cih û zemînê perwerdeyê hatiye amadekirin. Li vir êdî xeyalên 33'ê ciwanên Şoreşger pêk tê. Emê bi ruhê netewî Kantona Kobanê ava bikin û wê vir bibe bajarê xeyalên ciwanên şoreşger. Di dawî de ez cardin hemû gelên ji bo aştiyeke bi rûmet jiyana xwe ji dest didin, bi bîr tînim û em soza ku emê zarokan rast perwerde bikin, didin wan."

(en/zt)