‘Wek jin li her qada jiyanê cih girt’

09:05

Duygu Erol / JINHA

ENQERE - Hevseroka SGDF’ê Ozgen Sadet ku bi xwişka xwe jî bi 32 hevalên xwe re li Pirsûsê winda kir, diyar kir ku Hatîce Ezgî di nokteya pêşxistina hişmendiya zayendê de deriyên guherîna xwe heta dawiyê vekiriye û wiha got: “Jineke li kolanê, li malê di nava têkoşînê de bû. wek jinek şoreşger û di her qada jiyanê de cih girtinê de mînak bû. jineke ciwan ya 20 lî û şoreşgereke jin.

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ciwanên SGDF’ê ji bo kampanyaya ji bo Kobanê ya ‘Em ji nûve ava dikin’ derketin rê û li Pirsûsê li ber Navenda Çanda Amara rastî êrîşa bombeyî hatin û 33 sosyalîstî jiyana xwe ji dest dan.

Hatîce Ezgî Sadet beriya teqîna pirsûsê roportaj dabû JINHA’yê. Xwişka Ezgiriyê, hevsreoka SGDF’ê Ozgen Sadetê got di komkujiyê de ne tenê xwişka xwe hevalên xwe jî winda kiriye.
Ozgenê diyar kir ku di salên herî xweş de yên zarokatî, ciwantî û têkoşînê de her tim bi hev re bûne û her dema wê bi Ezgiyê re derbas bûye û got: “Me odeya xwe, cil û bergên xwe parve dikir. Piştî Pirsûsê dema me cil ji hev veqetandin min gelek zehmetî kişand. Ji ber ku min nedizanî kîjan yê min e kîjan yê wê ye. Me tenê ode û cil parve nedikir, me heman jiyan û hest parve dikir.

‘Ji bo kêfê teqez tiştek didît’

Ozgenê bi lêv kir ku Ezgî jinek gelek bi kêf bû û got piştî Pirsûsê her kesî ew bi wêneyê wê yê rûken nas ki û got: “ Ezgî her tim li dijî jiyanê dikeniya û kêfa xwe dianî. Di têkoşînê de jî wiha bû. Heta jiyana wê bidomiya wê yek ji mînakên şoreşgera bi kêf derketa pêşberî me. Ezgî demek kurt di SGDF’ê de ma.”

‘Nirx dida têkoşîna azadiya jinê’

Ozgenê da zanîn ku Ezgiyê di têkoşîna xwe ya bi rêxistin de di çalakî, têkoşîn û xwe guhertinê de di eniya pêş de cih digirt û got: “Ezgî li kolanê li malê heman kes bû. Di têkoşînê de jî heman bû. ya herî zêde girîngî didayê jî têkoşîna azadiyê bû. kesek polîtîk bû. Lê dereng tevlî têkoşîna rêxistinî bû.

Ezgî ji hişmendiya zayendê ku ava kiribû divê bê dest girtin. Li malê li kolanê jinek di nava têkoşînê de bû. Wek jinek şoreşger û li her qada jiyanê wek jinekê mînak bû. Jineke ciwan ya 20 salî, jinek şoreşger bû. Ezgiyê di alî pêşxistina hişmendiya zayendê de, bi rola jinê ya civakî û di têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest ya mêr de, heta dawiyê deriyên xwe yê yên guherînê vekiribû.”

‘Piştî Pirsûsê rêhevaltiya me ya jintiyê zelaltir bû’

Ozgenê bi lêv kir ne tenê xwişka xwe hevalên xwe jî winda kiriye û got: “Tenê Ezgî neçû. Di vê kampanyayê de em bi kê re bûn, piraniya wan şehîd ketin. Têkiliya min ya bi Ezgiyê re piştî Pirsûsê zêdetir zelal bû.

‘Em di şoreşa Rojava de xwe dibînin’

Ozgenê roportaja Ezgiyê ya bi JINHA’yê re bibîr xist û ev gotinê wê dubare kir: “Em di şoreşa Rojava de xwe dibînin. Em wek jin jî li ser vê hestê ketibûn rê.”

(sy/hu)