Pirtûka berê xwe da girtîgehê: Li Tirkiyeyê girtiya jin

09:06

JINHA

STENBOL- Ezgî Duman ku nûneriya tora jêr ya girtiyên jin ya Projeya Tora Enformasyona Girtîgehên Tirkiyeyê ya di çarçoveya Navenda Xebatên Girtîgeha Tirkiyeyê de, dike, li ser pirtûka ‘Li Tirkiyeyê Girtiyên Jin’ axivî. Ezgiriyê balkişand ser pirsgirêkên hevpar yên girtiyên jin yên siyasî û edlî û got ruyê girtîgeyê yên jinan nayê dîtin.

Parêzer Ezgî Duman ku nûneriya tora jêr ya girtiyên jin ya Projeya Tora Enformasyona Girtîgehên Tirkiyeyê ya di çarçoveya Navenda Xebatên Girtîgeha Tirkiyeyê de, dike, beyî cudakariyê bike navbera girtiyên siyasî û edlî, li ser binpêkirinên mafan xebatan dimeşîne. Ezgiyê got ji Çileyê 2015’an de di çavçoveya vê projeya tora enfromasyona girtîgehên Tirkiyeyê de dixebite û behsa pirtûka ‘li Tirkiyeyê jinên girtî’ kir. Ezgiyê got: “Girtîgehên Tirkiyeyê yek tînin. Mêr,tirk, heteroseksuel, sunî, bi tendurist û mezin… Em jî hewl didin nîşan bidin ku ev komên girtîgehê ne homojenin û hewcedariyên wan yên taybet hene. Kêm sazî li ser jinên girtî xebatan dimeşînin. Ji ber rûyê jinê yê girtîgehê nayê dîtin. Ji bere ew jinin hewcedariyên wan yên taybet jî hene. Ev pirtûk di encama faliyetên nameyê de derketin holê.”

'Divê girtiyên edlî bên xurtkirin’

Ezgiyê bi lêv kir ku girtiyên edlî zêde tenê mane û got: “Em bi girtiyên siyasî û edlî re jî nameyan ji hev re dişînin. Hewcedarî û jiyana her du koman cuda ye. Lê ji ber jinin hewcedariyên wan hevparin. Girtiyên edlî sûcê wan çi dibe bila bibe, ji aliyê malbatan ve tên terkirin. Piraniya wan ji ber sûcê li dijî mêr dikin dikevin girtîgehê. Yanî ji ber xwe parastiye ketiye girtîgehê. “

‘Lêgerîna tazî şîdeta mêre’

Ezgî li ser pirsgirêkên girtiyan sekinî û got: “Di van rojan de girtiyên siyasî herî zêde lêgerîna tînin ziman. Yên edlî jî rastî lêgerîn tazî tên, lê ew nizanin ku ev pêkanînek xerab an jî şîdete. Me lêgerîna tazî jî di bin sernavê şîdeta mêr de nirxand.”

Seferatxane li dijî girtiyên biyanî bê eleqeye
Ezgiyê bi lêv kir ku ew ne li dijî xebitandina girtiyên jinin, ji ber ku di alî aborî de pirsgirêkên cidî dijîn û got: “Li hemû girtîgehan jin wek hêza kar a erzan tê dîtin. Jin bi karbeşiyeke zayenperest re rû bi rû ne. Dema mirov li girtiyên biyanî dinêrin, pirsgirêka ziman û xwe gîhandina edeletê dijîn. Mixabin girtiyên biyanî rastî heqeretên girtiyan tên. gelek girtiyên biyanî ji bêeleqebûna seferatxaneyan gazincan dikin.

'600 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehane’

Eziyê balkişand ser dîtina kesên LGBTÎ yên li girtîgehan û got dewlet niha behsa girtîgeha pembe dike û got ew li dijî vê ne. Ezgiyê da zanîn ku di rewşa girtiyên jin de faktora zarokan jî heye û got: “ Li cihên ku ji bo kesên mezin ne başe, zarok jî hene. Li gorî daxuyaniya wezareta dadê 600 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin. Me ji wezareta dadê rewşa kreşê pirsî û gotin ev 5 sale li girtîgehan kreş hene. Lê çawane, li gorî kê ne.”

Ezgiyê di berdewamiyê de di pêvajoya pirtûkê de bûyerên herî zêde bandor li wê kirine jî vegot. Ezgiyê diyar kir ku her çiqas ew diçe girtîgehê xwe wek keçek biçûk û wekê ku rastî şîdetê bê dibîne û got: “Li aliyekî din nameyên tên, çîrok û amadekirina vê pirtûkê ez xurtkirim.”

(no/hu)