Mucella Yapici : Projeya Marti parçeyek vuhertina mezine

09:07

JINHA

STENBOL –Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê diyar kir ku wê ji 28’ê Tîrmehê şûnde bi hinceta înşata ‘Projeya Marti’ hemû seferên veguhestina Kabataşê bide sekinandin. Mîmar Mucella Yapici diyar kir ku pêvajoyê bidestxistia vê projeyê gelek şaş e û got: “Li ti derê cîhanê îradeyeke ku hişê wê li cih, li ber rêya behrê hem rêya bejayî û hem jî pergala bi ray çênake.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê diyar kir ku wê ji 28’ê Tîrmehê şûnde bi hinceta înşata ‘Projeya Marti’ hemû seferên veguhestina Kabataşê bide sekinandin. Ji rêveberên TMMOB’ê Mucella Yapici mijar ji ANF’ê re nirxand û got: “Em di projeyê îskeleta ku jê re dibêjin marti dibînin. Lê ligel wê du hêzêk derizî hene û ev nayê dîtin. Projeya esas ya mezin avahiyên wek restoran yên derketine derveyê avê. Ev di teşebûna mîmarî de divê bê nîqaşkirin. Kadîr Topbaş berê gotibû ‘Stenbol kumaşekî îpeke, her terzî nekare bidrû.’ Yê ku vê projeyê dike jî hevkarê Kadîr Topbaş, hevpîşeyê me Hakan Kirane. Ew ji karên fantezi hez dike lê ev li her derê nabe. “
Mucellayê got ketina Boxazê û Kabataş cihekî tenge û got di alî oşînografîk û zemînê de proje bi pirsgirêke. Mucellayê da zanîn li cihê ku mijara gotinê ye gelek mizgeftên girîng hene. Mucellayê got: “Mîmarek kî dibe bila bibe ne xwedî vî mafiye ku fanteziyên xwe bi vî awayî pêk bîne. Ger hewcedarî bi guherînê hebe ev bi pêşbirkên navneteweyî û neteweyî dikare bibe.”

'Ev projeyên mezin yên taybetkirinê ne’

Mucellayê wiha berdewam kir: “Proje, projeyek mezine. AKP ji roja hatiye desthilatdariyê bi talîmata Bankaya Cîhanê li ser Stenbolê hinek projeyên taybetkirinê dimeşîne. Ev projeyên mezin yên taybetkirinê ne. Kabataş ji projeyên Galataport, veguhestina Halîçê, ya Eyup û Okmeydani cuda nayê fikirîn.
Proje pir bi heybet be jî li cihê ku tê plankirin, nekare çêbibe û got: “Li ti derê cîhanê îradeyeke ku hişê wê li cih, li ber rêya behrê hem rêya bejayî û hem jî pergala bi ray çênake. Bi hinceta nûkirina îskeleyê tişt tên kirin. Ev li dijî karîkaturîstan, mîmaran, martiyan şerme.”

(no-ga/ hu)