Civîna agahdarkirinê li taxa Eşrefiyê

10:49

JINHA

EFRÎN - Di çarçoveya rêzevcivînên ku ji aliyê sazî û rêxistinên jinan li Kantonê têkildarî zêdebûna kuştina jinan hatiye destpêkirin, Kongra Star li taxa Eleşrefiyê civînek lidarxist.

Kongra Star têkildarî mijara rewşa vê dawiyê ya kuştina jinan ku li Efrînê zêde bûye, li taxa Eleşrefiryê civînek lidarxist. Qada civînê bi wêneyên têkoşeran, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hate xemilandin. Civînê bi amadebûna dehan kesên ji taxê, bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Paşê rêvebera Kongra Star Zelal Ciger diyar kir ku tenê di vê demê de li Kantona Efrînê 10 jin hatine kuştin û şewitandin.

Zelal wiha dewam kir: "Ev pênc hezar salin ku jin bi hişmendiya zilamê desthilatdar re rû bi rû dimîne. Ev yek ne tenê pirsgirêka jinê ye, ev pirsgirêka tevahî civakê ye, ji ber ku jin bingehê avakirina civakan e. Divê jin li beramberî rewşa koletî û zilma ku li ser tê meşandin, rêya berxwedanî û têkoşînê ji xwe esas bigire. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hewceya her jin û zilamekê bi perwerde û zanistkirinê heye. Jina kurd îsbat kiriye ku dikare bi vîna xwe hemû pirsgirêkên ku rastî wê tên derbas bike, tenê divê xwe perwerde û zanist bike."

Zelal da zanîn ku ew ticarî kuştinên jinan na pejirînin û wiha dom kir: "Em tucaran kuştina jinan qebûl nakin, herî dawiyê ku jinên Kantonê bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Em ê li beramberî kesên sûcdar bêdeng nemînin. Em ê hemû kesên ku jinan di bin hinceta şeref û namûsê de dikujin ceza bikin. Em ê ji îro pê ve dîrokeke nû li dijî kiryarên zilamê desthilatdar bi rêya zanist û perwerdeyê binvîsin. Divê her jinek jî ji xwe destpê bike û pêşeroja civakeke azad saz bike."

Di civînê de nîqaşên li ser kuştina jinan li Kantona Efrînê hatin kirin. Herî dawiyê sinevîzyonek ser tindiya ser jinan hat pêşandan.

Civîn bi dûruşmeyên ku berxwedana jinan silav dike bidawî bû.

(fr/hs/zt)