Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî - (1)
11:22
JINHA
SILÊMANÎ - Konferansa "Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" ku ji aliyê Akademiya Ramana Demokratîk û Siyasetê ya navenda wê li Herêma Kurdistanê ye, saet di 10:00’ê li Otel Palas a bajarê Silêmaniyê dest pê kir.
Konferansa "Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" a ji aliyê Akademiya Ramana Demokratîk û Siyasetê ya navenda wê li Herêma Kurdistanê ye, saet 10:00’ê li Otel Palas a bajarê Silêmaniyê destpê kir.
Konferansa ‘Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ destpê kir. Konferansa ku ji aliyê Akademiya Ramana Demokratîk û Siyasetê ku navenda wê li Herêma Kurdistanê ye ve hat organîzekirin, îro saet 10:00’ê li Otel Palas a li bajarê Silêmaniyê destpê kir. Konferans ku wê 3 rojan berdewam bike, ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka, Asya û Başûrê Afrîka ku dinavde siyasedmedar û akademîsyenên navdar jî hene wê 150 delege tevlî bibin.
Axaftina vekirina konferansê wê ji aliyê endamê Akademiya Ramana Demokratîk û Siyasetê û heman demê de endamê komîteya amadekar a konferansê Dr. Fayîq Gulpî ve hat kirin. Pişre konferans bi pêşkêşkirina peyama endamê Komîteya Navendî yê YNK’ê Mela Bextiyar wê dewam bike, wê piştre konferans bi mijara şert û mercên tecrîtê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dinav de dijî, komploya navneteweyî, paradîgmaya Ocalan, pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û dinyayê dijîn dewam bike.
Konferansekî navneteweyî ye
Têkildarî armanca konferansê endamê komîteya amadekar ê konferansê Dr. Fayîq Gûlpî ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku konferansekî navneteweyî ye û wiha dewam kir; “Konferansa bi sernavê ‘Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ ji aliyê Akademiya Ramana Demokratîk û Siyasetê ve tê organîzekirin. Wê 3 rojan bidome. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Sûriye, Iraq, Tirkiyeyê, Hîndîstan, Afrîqa, Ewropa û Amerîka gelek rewşenbîr, siyasetmedar û ronakbîr tevlî konferansê dibin. Konferansekî navneteweyî ye.”
Konferans wê bi beşdariya qisekerên ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatan, 3 rojan dewam bike.
Roja yekem:
Bi moderatoriya Ertûgrûl Kurkçu wê li ser mijara "Piştperdeya komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan" Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û ji parezerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez pêşkêşiyê bikin. Li ser jiyana li Girtîgeha Îmraliyê jî wê Sozdar Cîzre û Necîbe Qereqdaxî baxifin. Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk jî wê moderatoriya mijara "Tecrîda li ser Ocalan û sîstema Îmraliyê" bike. Ji parêzerên Ocalan û endamê Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa, Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica wê baxifin. Siyasetmedarê Kurd Hesen Cûdî wê pêşkêşiya mijara "Sedemên kaos û krîza li Rojhilata Navîn, analîzên Ocalan ên li ser krîz û kaosa li Rojhilata Navîn" pêşkêşiyê bike. Di rûniştina destpêkê ya konferansê de Antropolog Prof. Dr. Davîd Graeber, Hîndekarê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Kamîran Mentiq, Nivîskar-Rojnamevan Îrfan Aktan û Samûel Jordan ê DYA'yî wê baxivin. Di rûniştina duyemîn de jî wê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji Sûriyeyê Fîras Qassas, ji Îranê Bahram Rehmanî û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar bipeyivîn.
Roja Duyem
Rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a konferansê jî bi serenavê "Pirsgirêka azadiya jinê" destpê dike. Di vê rûniştinê de Zehra Mohammed a ji Fîlîstînê, Srood Ahmad û ji Kongra Star Leyla Reşîd Qehraman wê baxivin. Di rûniştina çaremîn de wê Alî Yasîn û ji KJA'yê Necla Bakir pêşkêşiyê bikin. Di beşa "Tecrûbeyên Çareseriyê yên Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk" de wê siyasetmedar Buşra Alî pêşkêşiyê li ser pêşniyarên Ocalan ên di vê der barê de bike. Di rûniştina destpêkê ya vê beşê de wê endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li ser "Hevgirtina cihêrengiyan-neteweya demokratîk" pêşkêşiyê bike. Her wiha Hevserokê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mansûr El Selûm wê mijara "Xweseriya Demokratîk, tecrûbeya Rojava/Bakurê Sûriyeyê" ragihîne. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata jî wê li ser "Pêngava Demokrasiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: Xweseriya Demokratîk" pêşkêşiyê bike. Di rûniştina duyemîn a vê beşê de wê Mansoûr Teîfûrî, Hawjîn Melle Amîn, nazan Ustundag û nûnera Akademiya Jineolojî ya Rojava Zozan Sîma baxivin.
Roja Sêyem
Rûniştina destpêkê ya roja sêyemîn jî wê bi mijara "Li Rojhilata Navîn şoreşa azadiya jinê" destpê bike. Di vê rûniştinê de ji Iraqê Dr. Farah Sabir, Nûnera KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Damezrîner û Seroka Koalîsyona Jinên Tûnisî Salwa Gîga, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim pêşkêşiyê bikin. Di rûniştina çaremîn de wê Leo Saldanha û Nahîde Zengîn pêşkêşiyê bikin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî wê moderatoriya rûniştina bi mijara "Di rastiya heyî de konfederasyona demokratîk a Rojhilata Navîn" bike. Di vê rûniştinê de Hevserokê KNK'ê Dr. Rebwar Reşîd, endama Desteya Rêvebe a Partiya Yekîtiya Suryaniyan Elîsabeth Cawriye, Rekawt Îsmaîl Îbrahîm û ji Iraqê Esad Hamad Riyahh baxivin. Di rûniştina dawî ya konferansê de wê "kampanyayên ji bo azadiya Abdullah Ocalan" werin nirxandin. Dr. Kamîran Berwarî, Essa Moosa, Aysel Tûglûk, Îbrahîm Bîlmez û Reîmar Haîdar wê baxivin.
Piştî konferansê wê encamnameyek bê weşandin.
(zt)