Ji bo salvegera 19'ê Tîrmehê li Dirbêsiyê meş

11:33

JINHA

DIRBÊSIYÊ – Ciwanên bajar ji bo salvegera 19'ê Tîrmehê meşeke bi meşele pêk anîn. Di meşê de bênavber dûruşmeyên silavkirina şoreşê hate qêrîn.

YCR û TJC bi boneya şoreşa Rojavayê Kurdistanê 19'ê Tîrmehê bi meşeke meşaleyî pîroz kirin. Meş bi hilgirtina posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG-YPJ û YCR li navenda YCR'ê ya li bajar destpêkir. Ciwan ji sûka nav bajar geriyan û bi dûruşmeyên xwe şoreşa Rojava silav kirin. Meşa ciwanan heya qada Şehîdan dewam kir.

Li qada Şehîdan, rêvebira TJC'ê Amara Cûdî axifî û wiha got: "Di serî de ez pêncemîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemî gel û malbatên şehîdan pîroz dikim. Şoreş wek çirûskekê li Kobanê despêkir heya Efîn û Cizîrê dewam kir. Gelê me bi vê şoreşê re pir serkeftinên mezin qezenc kir. Ji ber vê em wek Yekîtiya Ciwanên Rojava û Tevgera Jinên Ciwan xwedî li şoreşa xwe der kevin, çawa me şoreşa Rojava bi serxist, em ya Bakûr jî bi ser bixin."

Meşa ku bi vêxistina meşaleyan destpêkir bi govendeke bi coş bi dawî bû.

(şe/en/zt)