Li Amedê 4 SGDF'î hatin binçavkirin

11:46

JINHA

AMED – 4 endamên SGDF’ê ku ji bo salvegera komkujiya Pirsûsê belavok belav dikirin, hatin binçavkirin.

Ciwanên ji bo berpirsên komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanên SGDF’î li Pirsûsa rihayê hatin qetilkirin, bên darizandin belavok belav dikirin hatin binçavkirin. Li Ofîsa Yenîşehîr a Amedê 4 ciwanên ku belavokên ‘Ji bo Pirsûsê edelet’ belav dikirin hatin binçavkirin û birin TEM’ê. Ciwanan dirûşmeyên ‘Ji bo Pirsûsê edelet, ji her kesî re edelet’ berz kirin. Ciwan hatin derb kirin û xistin wesayîtan. Beren Atici k udi komkujiyê de jî birîndar bibû, Şara Akinci, Ferhat Kaya û kesek navê wê nehatiye hînbûn hatin binçavkirin.

(mm/hu)