Parêzer wê biryara wezareta dadê bibin DMME’ê

12:14

JINHA

STENBOL- Wezareta dadê heta emrekî duyemîn hevdîtina parêzer û malbatan a bi girtiyan re qedexe kir. Li dijî vê bertek didomin. Parêzeran têkildarî mijarê de axivî û got: “Di nav hewldana darbeyê de pêkanîna darbeyê ye. Emê serî li DMME’ê bidin.”

Piştî hewldana darbeyê wezareta dadê talîmat da ku hevdîtina girtiyan heta emrekî duyemîn bê qedexekirin. Di serî de malbatan bertek nîşan da û parêzeran jî gotin qedexe ti aliyê wê yê hiqûqî tine. Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şule Recepoglu bang li wezaretê kir ku dest ji qedexeyê berdin û tevî dibêjin bi hinceta ewlehiyê hatiye kirin, ev rewş dij hiqûqê ye.

'Ne li gorî hiqûqê ye’
Şuleyê diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ev pêkanîna li girtîgehan hatiye kirin bi hinceta ewlehiy3e hatiye kirin lê ev dij hiqûqê ye û got: “îbareya heta emrekî duyemîn dij hiqûqê ye. Dibêjin hinceta vê ewlehiye. Em diçin girtîgehan dibêjin emrekî nivîskî heye. Her wiha vê emra nivîskî nîşanê me jî nadin.”

'Emê serî li her rêyên hiqûqî bidin’

Şuleyê got wê li dijî van pêkanînan bibin xwedî helwest û got: “Emê girtekê bigirin û serî li DMME’ê bidin.Emê serî li DDB’ê bidin lê li wir jî binçavkirin hene. Ji DDB’ê bersiv neyê emê serî li DMME’ê bidin.”

'Navê vê darbeye’

Endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Ebru Tîmtîk jî balkişand ser pêvajoyê 17-25’ê Kanûnê û got: “Hikûmet bi êrîşên ku civak qebûl dike dixwaze hinek rê bên vekirin. Gotin ev zext li ser hewldana darbeyê pêk hatiye. Her derê bombe dikin. Em bi xeterek cidî re rû bir û ne. Ji ber vê dibêjin emê darazê bidin sekinandin. Navê vê darbeye. Ev pêkanîn dij hiqûqê ne. Hinek mafên demokratîk yên hatine qezenckirinê hene. Em nekarin bêjin li welat demokrasî heye. Lê hinek mafên ku gelan qezenckirine hene.

'Ji pêkanîna xwe re nabêjin darbe’

Ebruyê got wezareta dadê daxuyandiyek ku ‘dadgeh serbest berde jî hun nekarin kesên ji sûcên siyasî tên darizandin berdin’ û wiha got: “Ji wezareta dadê talîmatek wisa tê. Ev tê çi wateyê gelo? Ev tê vê wateyê ku hukmê amîr ya destura bingehîn binpê dikim. Em parêzer ger encamek ji serdanan neyê girtin wê serî li her rêyê bidin.”

(ro/hu)