Dayikên Aştiyê: Ji rêber û girtiyên xwe dakevin qadan
12:25
JINHA
AMED – Meclîsa Dayikên Aştiyê bang kir û gotin ku heya hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çênebe û tundiyên li ser girtiyan bi dawî nebin bila hemû kes li qadan bin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê piştî hewldana darbeyê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meraq dikin û piştî wê dayikên aştiyê daxwiyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayikên aştiyê Hanifê Akpolat li ber avahiya saziya xwe axivî û got ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokatiyê bîne darbe bixwe kir û wiha anî ziman: “Em bi tu awayî ji Rêberê xwe agahî nagirin û em nizanin ka rewşa girtiyan çawaye. Eger em ji Rêberê xwe û girtiyan tu agahî negirin darbeya herî mezin wê bibê.
Hanifê bangî hemû kesî kir ku bila ji bo Abdullah Ocalan û girtiyan dakevin.
Piştî daxwiyaniyê Dayikên Aştiyê ber bi Nisêbînê ketin rê.
(şa-be/dt)