Li Efrînê pîrozbahiya 19'ê Tîrmehê
10:21
JINHA
EFRÎN - Bi wesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê gelê Kantona Efrînê li gundê Şîtke ya girêdayî Navçeya Mobata şahiyek lidarxist.
Bi boneya 4. Salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê gelê Kantona Efrînê li gundê Şîtke yê girêdayî Navçeya Mobata şahiyek lidarxist. Di şahiyê de serokên saziyên sivîl û desteyan, her wiha bi hezaran ji gelê kantonê amade bûn. Qada şahiyê bi wêneyên têkoşeran, alên kesk, sor û zer û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, paşê ji hêla hevserokê TEV-DEM'ê Mustefa Hesen, Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Meclisa Rêveber Ebd El Rehman Mustefa, Koordînasyona Kongra Star Newroz Haşim û bi navê Lijneya Hevpeymana Civakî û Rêveberiya Rêxistinî ya Sîstema Federaliya Demokratîk Rojava-Bakurê Sûriyê Hêvîn Hisên axaftin hate kirin.
Di şahiyê de programeke hunerî ji hêla Yekîtiya Hunermendan ve stranên filklorî, ji hêla Koma Aram Tîgran şano, Koma Şehîd Dilsoz a stran û Koma Şehîd Arîn govend hatin pêşkêşkirin.
Şahî bi dirûşmeyên ku berxwedana Şoreşa Rojava silav dikin bidawî bû.
(fr/hs/zt)