Zehra ya Filistînî: Abdullah Ocalan hêviya jinan a azadiyê ye
11:17
Asya Tekin-Şengar Bradost/JINHA
SİLÊMANÎ – Berpirsa Baskê Jinên Yekîtiya Karkerên Filistînê Zehra Ahmed Muhammedi ya ku beşdarî Konferansa "Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" a ji aliyê Akademiya Ramana Demokratîk û Siyasetê bûyî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêviya jinan a azadiyê ye.
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê konferansa bi sernavê "Bi Fikrên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" li Otela Palasê tê lidarxistin. Konferansa ku dê 3 rojan bidome, ji Tirkiye, Kurdistan, welatên cihê yên Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û parzemîna Afrîkayê gelek kes beşdarbûyîn çêbûn. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pisporên siyasetê di çarçoveya fikrên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de li ser rêyên çareseriyê diaxivin. Ji Lubnanê jî Berpirsa Baskê Jinên Yekîtiya Karkerên Filistînê Zehra Ahmed Muhammedi ya beşdarî konferansê buyî got: “Em jin azadiya Ocalan weke hêviya xwe dibinin, di heman demê de ev çareseriya pirgirêkên gelên Rojhilata Navîne. Em heya dawiyê em li peyî nêrînên Ocalanin. Şoreşgerê demê yê herî mezin Ocalan e, hevkarê me jinane, hevalê me ye. Weke şoreşgeran ji bo em peyîwira xwe binin cîh divê em derê girtîgehan hilweşînin û hevalên xwe yên şoreşger azad bikin.”
'Li ku jinek tê perçiqandi em li gel wê ne'
Zehra da zanîn ku li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe jin heman pirsgirêkan dijîn. Zehra destnîşan kir ku bi nêrînên Abdullah Ocalan jin çareseriya pirsgirêkên xwe dibînin. Zehra balkişand ser pirsgirêkên jinên Filistînê ji ber sedemên şer jiyan dikin û wiha domand: “Jinên Filistînê ji ber sedemên şer gelek pirsgirêk jiyan kirin û hina jî dijîn. Jinên Filistînê li hember êrîşan parastina xwe mezin kirin û çek girtin. Jinan cephane kêşan, hemu karê mêran kirine, jinên Filistînê ji kirin. Jinên Filistînê kedkar û berxwedêrin di her qadê de li ber xwe didin. Tayîbetî em jinên Filistînê li kîjan deverê jinek tê perçiqandin, li wê ne.”
'Emê bi ramanên Ocalan azad bibin'
Zehra bilêv kir ku weke jinek Filistînî li Lubnanê di derbarê çareseriya pirsgirêkên jinan de xebat dike û wiha domand: “Pirsgirêkên jinan li her deverê hemanin. Filistînî be yan kurd be pirsgirêkên jinan hemanin. Ji ber pergala em di navê de dijî pergala deshilatiya mêrane. Ji bo ku jin pêşnekevin pêşiya wan digirin. Tiştên li vêderê jî tên jiyîn ên li Filistînê jî tên jiyîn ji ber pergala deshilatiya mêrane. Em jin ji ramanên Abdullah Ocalan sudê digirin û ji bo azadiya xwe têdikoşin.”
(zt)