KCD: Şoreşa Rojava bû çavkaniya hêvî û ronahiyê
11:18
JINHA
AMED –KCD’ê diyar kir ku şoreşa Rojava bûye alternatîfeke ya modelê ji azadî û rizgariya gelan re ava dike û pergaleke nû dide xuyakirin. KCD’ê 4’emîn salvegera şoreşê pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk bi wesîleya 4’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şoreş bi moral, kelecan û coşek mezin tê pîroz kirin û wiha hat gotin: “Bila Şoreşa Rojava li hemû gelê me û gelên Rojhilata Navîn pîroz be.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi pêşeketinên şoreşî-civakî yên mezin ku di 4 salan de hatiye afirandin, yek ji destana herî mezin a dîrokê ye û wiha hate gotin: “Her pêşketin û nirxa ku hatiye qezenckirin bi îrade, rêxistinbûn û hêza xweser a gelê me derketiye holê. Şoreşa Rojava li dijî pergala herêmî ya mêtînger-paşverû û modernîteya kapîtalîst, bûye alternatîfeke ku ji azadî û rizgariya gelan re modelê ava dike û pergaleke nû kiriye jiyanê û ji bo gelê Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêvî û ronahiyê. Bi nirxên demokratîk û pergala civakî ya afirandiye, bûye projeya wekhevî,aştî, biratî û yekitiyê û di heman demê de bûye ewlehî.
'Bûyer berxwedan û serkeftina mirovahiyê’
Berxewdana Kobanê li dijî pergala mêtînger serkeftin qezenc kir û ji ber vê jÎ ne tenê gelê Kurd wicdana mirovahiyê û gelên herêmê temsîl kiriye û bûyer serkeftin bû berxwedana mirovahiyê.
Em li ser van esasan careke din 4’emîn Salvegera Şoreşa Rojava pîroz dikin û spasiyên xwe ji gelê xwe yê welatparêz, şervanên xwe, hêzên neteweyî û navneteweyî yên piştgirî dane. Em kesên ku jiyana xwe ji dest dane, şehîdên xwe bi rêzdariyek mezin bibîr tînin.”
(gc\hu)